27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elewî li benda lêborîna dewletê ne

Li Rojhilata Navîn yek ji civaka ku herî zêde rastî êrîşên hovane û komkujiyan hatiye civaka elewî ye. Bi taybetî jî di serdema osmaniyan de welatiyên elewî ji aliyê rêveberên osmaniyan ve weke zarokên damariyê hatine hesibandin û di qirkirinan re hatine derbaskirin. Ev qirkirina li dijî elewiyan heta piştî avakirina komara Tirkiyeyê jî berdewam kiriye.

Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de jî li bajarê Sêwazê li hemberî elewiyan komkujiyeke hovane pêk hat. Beriya komkujiyê komek nivîskar, ronakbîr û hunermendên elewî ji bo bîranîna Pîr Sûltan Abdal çûn Sêwazê. Lê beriya çûnê li bajêr li dijî wan propagandayeke reş hat kirin û hedef hatin nîşandan. Roja ku gihîştin bajêr û xwestin Pîr Sûltan Abdal bi bîr bînin, bi komkujiyê re rû bir û man.

Komên nijadperest û olperest bi ser Otela Madimakê de ku nivîskar, ronakbîr û hunermendên elewî lê diman de girtin û xwestin kesên li otelê xwe radestî wan bikin. Lê ji ber ku nivîskar, ronakbîr û hunermendên elewî xwe radestî wan nekirin, komên nijadperest û olperest agir berî otelê dan û wan hemûyan şewitandin. 2 xebatkarên otelê jî di nav de, bi giştî 33 kesan canê xwe ji dest da.

27 sal derbas bûn

Ligel ku di ser vê komkujiyê re 27 sal derbas bûne jî, kujerên komkujiyê nehatin cezakirin û piştperdeya komkujiyê nehat zelalkirin. Kesên ku qaşo ji komkujiyê hatin darizandin jî, bi demê re hatin berdan û ser komkujiyê hat girtin. Gelek kujerên komkujiyê derbasî welatên Ewropayê bûn û li gel navnîşanên wan ên aşkera jî nehatin girtin û li dadgehên tirkiyeyê nehatin darizandin.

Berovajiyê darizandin û cezakirinê, gelek kesên ku têliya wan di komkujiyê de hebû û parêzerên ku parastina kujeran kirin, di nav AKP û MHP’ê de siyaset kirin û bûn parlamenter. Heta hin ji van kesan di AKP’ê de wezîriyê jî kirin. Ji ber vê sedemê di dema desthilata AKP’ê de bi hinceta demboriyê ser dosyaya komkujiyê hat girtin û kujer hatin xelatkirin.

Berê xwe didin Sêwazê

Lê li gel van helwdanên kirêt ên li hemberî xwe jî têkoşîna welatiyên elewî ya li hemberî vê komkujiyê her berdewam kiriye. Her sal di salvegera komkujiyê de ji her dera Tirkiye û bakurê Kurdistanê elewî berê xwe didin Sêwazê û li ber Otela Madimakê 33 canên xwe bi bîr tînin û daxwaza zelalkirina qetilkirina wan dikin.

Îsal jî bi munasebeta salvegera komkujiya Sêwazê di nav hefteyê de elewiyan li gelek bajar û navçeyan çalakiyên bîranînê li dar xistin. Di roja salvegerê de berê xwe dan Sêwazê, li cihê komkujî pêk hatibû bernameyek bîranînê pêk anîn. Parlamenterên HDP û CHP’ê jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên elewiyan tev li bernameya bîranînê bûn.

Rêya lihevhatinê

Di bîranînê de nûnerên rêxistinên elewiyan bal kişand ser zihniyeta ku komkujiya Sêwazê pêk aniye. Nûneran, diyar kir ku heman zihniyet îro li desthilatê ye û dê têkoşîna xwe ya li hemberî vê zihniyetê bidomînin. Her wiha nûneran, destnîşan kir ku rêya lihevhatina bi elewiyan re bi lêborînxwestinê pêkan e û ew ji dewletê li benda vê lêborînê ne.

Li gelek bajaran jî bîranînên bi hinceta vîrusa koronayê hatin astengkirin. Li Enqereyê polîsan mudaxaleyî girseya ku xwest qurbanên komujiyê bi bîr biîne kir û 7 kes binçav kirin. Lê balkêş bû îsal ji aliyê rayedarên hikûmeta AKP’ê ve der barê komkujiyê de tu daxuyanî nehat dayîn.