Duşem, Mijdar 29, 2021

‘Em ê eslê xwe ji bîr nekin’

Di salên dawîn de desthilata AKP’ê polîtîkayên xwe yên pişaftinê yên li dijî kurdan şidandiye. Ji bo vê jî bi partiya faşîst û netewperest a Tirkiyeyê MHP’ê re dostaniyeke kûr daniye. Ji sala 2015’an ve li gorî vê dostaniya bi MHP’ê re polîtîkayên bêyom li dijî kurdan tên diyarkirin. Di çarçoveya van polîtîkayan de geh êrîşî xwezaya Kurdistanê tê kirin, geh êrîşên leşkerî tên lidarxistin û geh jî êrîşî çand û zimanê kurdî tê kirin. Jixwe operasyonên qirkirina siyasî û çandî qet ranewestiyan.

Armanca vê polîtîkayê korkirina hestên neteweyî yên kurdan e. Dixwazin kurd bi kurdî nejîn û xaka ku li ser dijîn weke Kurdistanê neyê pênasekirin. Lê di berteka Cemîl Taşkesen a li Sertê ya li dijî Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û akademîsyenê kurd Hifzûllah Kûtûm a li Zanîngeha Firatê de derket holê ku asta vê polîtîkayê çi dibe bila bibe vala ye û li cem kurdan bi qasî serê derziyê pere neke.
Baş e ku pere nake. Heke pere bikiraya wê desthilata AKP û MHP’ê bigihîştina armanca xwe. Dema ku bigihîştina armanca xwe dê ne Taşkesen ne jî Kûtûm karibûna rastiya kurd û Kurdistanê bianîna ziman. Divê her kurd nirx bide berteka Taşkesen û Kûtûm û bibîne ku bi gotina kurd û Kurdistanê mirov çiqas bi rûmet dibe.

Rast e herdu hatin binçavkirin lê piştre hatin berdan. Lewre tu demê peyvên kurd û Kurdistanê nebûne sûc û wê ji niha û pê ve jî nebin sûc. Kê dîtiye ku ferdên neteweyekê ji ber anîna ziman a netew û xaka xwe hatine girtin û ceza li wan hatine birîn. Ji bilî çend dewletên mîna Tirkiyeyê ku hîmê wan li ser înkar û tunehesibandina netew û baweriyan hatiye avakirin.

Ji vir şûn de jî dixwazim qala çîroka akademîsyenê kurd Hifzûllah Kûtûm û malbata wî bikim. Dema ku Kûtûm hê nehatibû berdan, min bi telefonê xwe gihad dayika wî Qudret Kûtûm û pêre li ser çîroka wan axivîm. Belê Kûtûm li Xarpêtê ket rojevê û hat binçavkirin û girtin. Lê ne ji Xarpêtê ye. Kûtûm ji bajarê Cemîl Taşkesen ê ku got, ‘kurd, zimanê kurdî û Kurdistan tune tê hesibandin’ Sêrtê ye.

Malbata Kûtûm ji gundê Zîvzîk ê navçeya Şîrvan a Sêrtê ye ku bi hinarên xwe bi nav û deng e. Malbat ji ber sedemên aborî di salên 1980’yî de ji gundê Zîvzîkê koçî Enqerê dike. Hifzûllah li vir dest bi dibistana seretayî dike. Piştre ji ber malbat di sala 1998’an de ji Enqerê koçî Stenbolê dike, Hifzûllah heta lîseyê perwerdeya xwe li Stenbolê didomîne. Zanîngehê jî li Zanîngeha Adnan Menderes; beşa maliyeyê dixwîne. Ji ber ku ji Kurdistan a ku kirin hinceta girtina wî dûr dijî Hifzûllah baş bi kurdî nizane. Beriya salekê hestên neteweyî pêre xurt dibin û bi derfetên xwe dest bi fêrbûna zimanê kurdî dike.
Dema li malbatê geriyam birayê Hifzûllah Ahmet Kûtûm telefon vekir. Piştî ku min xwe pê da nasîn bêyî ku tiştekî bibêje telefon da dayika xwe Qudret. Piştî min pirsa wê kir destpêkê min ev pirs jê pirsî: “Dayê der barê rewşa kurê xwe Hifzûllah de dixwazî çi bibêjî?” Dayika Qudret ev bersiv da: “Kurê min tiştekî şaş nekiriye û tiştekî xirab negotiye; li çand, nasname û li mezinên xwe xwedî derketiye. Ev ne sûc e. Ez li pişt kurê xwe me. Xwîna min birijînin jî ez ê li dû kurê xwe bim.”

Piştre dayika Qudret bi kurtayî ev tişt gotin:
“Min gefên li dijî kurê xwe li ser înternetê dîtin. Ji bo xemgîn nebim ji min re qet qal nedikir. Ji ber ku gotinên kurê min li xweşa wan neçûne ew girtine. Ma kesî bihîstiye ku tirkek bibêje ez kurd im. Em jî ji dê û bavê xwe ve kurd in û em ê dev ji kurdî jî bernedin û eslê xwe ji bîr nekin.

Min kurê xwe di nav şertên zehmet de da xwendin. Aboriya me ne baş bû. Ji bo kurê min bixwîne min nexşan çêdikir, difirot û bi perê wan kurê xwe da xwendin. Divê kurê min ji peywirê neyê girtin û careke din vegere ser karê xwe. Gefên li dijî kurê xwe nas nakim. Li şûna ku kesên êrîşî kurê min dikin bigirin kurê min digirin. Em mafdar bin jî dewlet me mafdar nabîne.

Çi jî bikin em ê dev ji çand û zimanê xwe bernedin. Ez û bavê Hifzûllah hê jî li malê bi kurdî diaxivin. Zarokên me jî ji kurdî fêm dikin lê nikarin biaxivin. Kurdî û Kurdistan ji wan re serbest e lê ji kurê min re qedexe ye. Li gorî kêfa xwe tevdigerin. Neheqiyê li kurê min dikin.”