spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dem dema têkoşîna zimanê kurdî ye’

Lijneya Çand û Ziman a DEM Partiyê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bernameya xwe aşkere kir û got: “Dem dema zimanê kurdî ye. Em her derê bikin dibistana kurdî.”

Lijneya Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û bernameya xwe parve kir. Ji bo çalakiyên bi dirûşmeya “Dem dema zimanê kurdî ye” di navbera 18-21’ê sibatê de bên lidarxistin, li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankarta “Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn li her derê têkoşîn/ Seba ziwanê kurdkî her dem têkoşîn her der de têkoşîn” hate daliqandin.

Hevberdevkên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û Heval Dilbihar bername aşkere kirin. Tûrhalli bi zaravayê kirmanckî, Dilbihar jî bi zaravayê kurmancî bername aşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Partiya DEMê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ dest bi vê pêvajoyê bikin.

Li ser vê bingehê, bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ em wek partî, dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21ê sibatê bernameyên cuda cuda li dar bixin. Wek meş, daxuyaniyên çapemeniyê, dersdayîna kurdî, panel, belavkirina belavokan, panel, şahî û çalakiyên di parlementoyê de û hwd.

Di vê çarçoeveyê de:

18ê sibatê: Saet di navbera 18.00 û 22.00an de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên vekirin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev dê wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin.

20ê sibatê: Dê derbarê kurdî de saet di 21.00an de xebata hashtagê bê kirin.

Di navbera 18 û 21ê sibatê de li navenda bajêr, tax, kolan û qadan dê bernameya dersdayîna kurdî bên lidarxistin.

Di navbera 19 û 21 ê mehê de li gelek bajar û naveçyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statü û zimanê fermî dê meş û daxuyaniyên çapemeniyê bên lidarxistin û dê sed hezeran belavok bên belavkirin.

Hinek bajarên ku dê ev çalaki lê bên lidarxistin ev in:

Bajarên wek Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Semsûr, Dîlok, Riha, Çewlig, Dersîm, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bidlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Izmîr, Manîsa, Aydın, Mugla, Balikesîr, Enqere, Konya û gelek bajarên din û bi dehan navçeyên wan.

Herwiha di 19-20 û 21ê sibatê de, parlementerên me derbarê zimanê dayikê de, bi taybetî jî ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî ya fermî û perwerdehiya bi kurdî dê di parlementoyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin..

Em bang û gazî dikin ku li Kurdistanê, ne tenê li bajaran divê hewl bê dayîn ku li hemû navçe, bajarok û gundan û li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn jî çalakiyên ji bo zimanê kurdî bên lidarxistin.

Hemû endamên me yên lijneya rêveberiya navendî û yên meclîsa partiyê, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên meclîsa jinan, endamên meclîsa ciwanan, hevşaredarên me, namzetên hevşaredariyên me, encumenên me yên şaredariyan, endamên me yên meclîsa giştî yên bajaran di asta pêşengiyê de tevlî hemû bernameyên me yên zimanê bibin.

Em bangî hemû gelê xwe û beşdarên xwe dikin ku bi cilûbergên kurdewar anku bi kiras û fistan, şal û şapikan tevlî bernameyan bibin û bi dirûşmê bi kurdî dengê xwe li her dere bilind bikin, bi pankart û dowîzên bi kurdî rengekî kurdewar bidin bernameyan.

Gelê kurd ê hêja û azadîxwaz!

Bi taybetî divê em diyar bikim ku; Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye.

Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya kurdan a neteweyî ye.

Zimanê kurdî dil, giyan û laşê kurdan e.

Kurd û Kurdistan bi zimanê kurdî hene.

Zimanê kurdî xîm û sîwana yekîtiya kurdan e.

Heta zimanê kurdî serbest û azad nebe kurd û Kurdistan azad nabin.

Ji ber vê yekê:

Em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin!

Em her derê bikin dibistan û zanîngeha zimanê kurdî!

Em bixwazin ku kurdî bibe zimanê fermî!

Em bixwazin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê!

Em mal, kolan tax, gund û hemû jingehên!

Em her kurdek kurdî hîn bibin û kurdî hîn bikin!

Em her dem û li her derê bi kurdî biaxivin bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîn û bi kurdî bijîn!

Dem dema zimanê kurdî ye, ji bo zimanê kurdî rabin ser piyan!

Her bijî zimanê kurdî!

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî her dem û li her derê têkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn”