9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em kurd çima dîplomasiyê nizanin?

Siyamed Sîpan

Ez di wê baweriyê de me ku em kurd dîplomasiyê nizanin. Niha ez ê bi çend mînakan destnîşan bikim ku em qet ji dîplomasiyê fehm nakin. Lê berî ku em mînakên xwe analîz bikin, werin em wateya gotina diplomasiyê fêr bibin.

Di Wîkîpedîaya Kurdî de ji bo dîplomasiyê hema hema pênaseyeke bi vî rengî hatiye kirin: “Dîplomasî, têgehek e ku ji bo kar û xebatên têkiliyên navneteweyî tê bikaranîn. Alava sereke ya siyaseta derve ye.”

Lê ka em binêrin bê Wikipediayên îngilizî û almanî çi dibêjin:

Her du ziman jî dîplomasiyê wekî ‘Huner û Pratîka Danûstandinê’ rave dikin. Em wek kar û xebat dibînin, ew wek huner û çandekê dibînin. Pirsgirêka bingehîn jî di vir de ye. Em dîplomasiyê tenê bi kar û xebat û kedê ve girê didin, lê dîplomasî bazarkirin e, lihevkirin e, peyman sazkirin e û di hinek cihan de jî alaveke xapandinê ye.

Diyar e ku kurd ji dîplomasiyê fehm nakin. Ku me fehm bikira, ew ê niha welatê me ne di bin destan de bûya, ew ê welatê me azad bûya, ew ê welatê me yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê bûya, ew ê Kurdistan azad bûya û alaya Kurdistanê li gelek welatan li ba biketa. Hinek mînak ji peymanên ku kurdan dikarîbû bi karê dîplomasiyê ew peyman têk bibirana:

  1. Peymana Zehabê 1514: Di navbera osmanî û safewiyan de piştî şerê Çaldiranê ku her du aliyan nêzî 130 salan Kurdistan dagir kirin.
  2. Peymana Amasyayê 1555: Di navbera osmanî û safewiyan de hat mohrkirin, ji bo ku li hemberî kurdan ev her du dewlet bibin yek.
  3. Peymana Qesra Şîrînê 1639: Di navbera osmanî û safewiyan de ku Kurdistan kirin du perçe.
  4. Peymana Sewrê 1920: Li gorî vê peymanê divê di nava sînorên osmaniyan de dewletek kurdan bihata sazkirin.
  5. Peymana Lozanê 1923: Di vê peymanê de Kurdistan bû çar perçe û qedera kurdan bi xerabî hate guhertin.

Ji van mînakan em dikarin du xalan derxînin.

  1. Kurd her dem bi peymanan hatine xapandin
  2. Yekitiya kurdan ne berî van peymanan ne piştî wan xurt bû.

Jixwe ev her du xal bi hev re girêdayî ne. Heger yekitiya kurdan hebûya, ew ê piştî van peymanan ji alîgir û aktorên navneteweyî berpirsyarî bixwestana. Peymanên wekî Lozanê qedera kurdan û Kurdistanê bi neyînî guhertin. Mirov dikare bi hêsanî gelekî saf û nezan bixapîne. Em jî gelekî wisa ne. Ya na ew ê rewşa me û welatê me cuda bûya.

Rêjeya xwendinê di nava kurdan de kêm e, rêjeya ku di beşa xwe de bûne pispor (doktor an jî profesor) hîn kêmtir e. Niha kesek navê dîplomatekî kurd bipirse, ez ê çi bibêjim, nizanim… Ev nêzî 50 sal in kurd li Ewropayê dijîn û hîna jî xebatên dîplomasiya kurd li Ewropayê gelek kêm e. Ne ku tune ye, bê guman liv û tevgerên biçûk hene, bes gelek kêm e û ji birînên Kurdistanê re mixabin nabe derman.

Hinek mînak ji karên diplomasiyê ku li Ewropayê tê meşandin:

  • Civaka Azad: Gelek xebatên cur bi cur ên çapemenî û ragihandinê wek kovara ‘Kurdistan Report’ û xebatên ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
  • Defend Kurdistan: Gelek delegasyonên aştiyê û xebatên agahdarkirinê û herî dawî meşeke navendî li Almanyayê li dar xistin. Armanca bingehîn wekî di navê xwe de jî diyar e, li hember êrîş û dagirkeriyê parastina Kurdistanê ye.
  • KNK: Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî karên cuda ên dîplomasiyê dimeşîne. Yek ji wan jî Konferansa Kurd li Parlemento ya Ewropayê ye. Her wiha xebatên yekitiya di navbera kurdan de jî dikin.
  • PYD û xebatên vekirina navend û cihên diplomasiyê bi dewletên ewropî re.
  • Xebatên PDK û YNK yên li Ewropayê hene, bes him kêm him jî tenê berjewendiyên kesane an jî partiyane derdixine pêş.

Divê xebatên dîplomasiyê di asta herî bilind de bihatana meşandin. Her kurdek dikare vê wekî rexnedayinekê jî fehm bike û bide. Ji ber ku stratejiyên me hemû demkurt in ne demdirêj in.

Li aliyê din heger PDK’ê bixwesta niha dikarîbû bi xebat û karên dîplomasiyê bihişta ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Heger PKK ji lîsteya terorê derketa, ew ê rewşa dîplomasiya kurdan di asteke din de bûya.

PDK gelek derfetên wê hene ku dikare bi kar bîne. Ji ber ku êdî ji aliyê gelek alî û dewletan ve wek otonomî tê naskirin. Her wiha dikare ji bo parastina Kurdistanê jî wekî mînak bi kirîna çekên hewayî, xebatên mezin pêş bixista. Lê mixabin wê jî nakin. Ziman radiweste bi jimartina kêmasî û nakokiyên PDK’ê.

Di dawî de tenê dixwazim xalekê bînim ziman: Bê dewlet an otonomî jî tu dikarî karê dîplomasiyê bimeşînî. Mînaka herî baş gelê yahûdî û ermenî ne. Lobiya her du dewletan li qada navneteweyî gelek xurt e. Bêguman li paş vê pereyên gelek mezin jî hene, bes dîsa jî divê ev nebe asteng ku kurd dîplomasiyê pêşde nexin.

Em neçar in di vê sedsala nû de bi hunera dîplomasiyê mafên kurdan li qada navneteweyî mayînde bikin û biparêzin, naxwe em ê sed saleke din jî hîna li cihê xwe bin û pêşde neçin.