8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em û welatê me yê mêtingeh

Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser rewşa me kurdan û mêtingehiyê çend gotinan bibêjim. Welatê me di bin dorpêça çar dewletên dagirker de ye ango mêtingeha çar dewleta ye. Ev sed sal in ku van dewletan welatê me di nav hev de parve kirine. Lewra heta roja îro van her çar dewletan gelek xwîna me kurdan vexwariye û gelek qetlîamên mezin anîne serê me. Tevî van jî hêj em hene û behsa çand, ziman û dîroka xwe dikin. Her çar dewletên dagirker li gor berjewendiyên xwe carinan bi hev re carinan jî yek bi yek êrîşî kurdan dikin, kurdan dikujin an jî darve dikin. Ev her çar dewlet bi qetlîam û polîtikayên tunekirinê dixwazin li ser navê kurd-kurdîtiyê tiştekê li ser rûyê erdê nehêlin. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin, ev sed sal in ku hevalbendiya hev dikin. Serkêşiya wan jî bêguman dewleta tirk dike.

Ne tenê welatê me ji bo ku di nava kurdan de yekitî ava nebe mejî û hişê wan jî hatiye parçekirin. Lewma bêtifaqiya kurdan nîşan dide ku hêzên desthilatdar di polîtîkayên xwe de bi ser ketine. Heke heta niha welatê me dagirkirî be, bêguman em kurd jî ne bêguneh in. Hevnegirtin û dijminatiya me ya li dijî hev alîkariya van hêzan dike ku heta niha em hê jî nikarin yekitiya neteweyî ava bikin. Em hê jî bi dijmin û dagirkerên welatê xwe re diyalogê çêdikin lê mixabin em nikarin bi hev re li ser maseyekê jî rûnin. Dijmin dijminatiya xwe baş dike ku ev jî peywira wan e. Lê em jî dikevin bin milê dagirkerên xwe û dijminahiya hev dikin. Li ser çapemenî û medyaya dijîtal her gav li hev heqaret û neheqiyan dikin. Bêguman ev encama van sed salan e. Ji ber ku em jî di nav pergala van dagirkeran de ne û li gorî pergala wan tên perwerdekirin û dijîn. Lewma em dikarin bibêjin ku em di heman demê de potansiyela dijminatiya xwe di xwe de dihewînin.

Dagirkerî tê wateya kontrolkirina welatekî din a ji aliyê hêz an jî dewleteke din ve. Dagirkerî ne tenê ji aliyê siyasî ve tê kirin di heman demê de ji aliyê hiş, mejî, dîrok, çand, ziman û hwd. de jî tê kirin. Kurt û kurmancî mirov dikare bibêje ku kontrolkirin di heman demê de ferzkirin e. Dagirker dixwazin xwe li mêtingehê bide ferzkirin, lewma her cureyê şer li wir dimeşîne. Armanc kolekirina civakê û pevguhertina çand, ziman, mejî, dîrok û civakê ye. Dagirker dizanin ku kolekirina çend kesên li mêtingehê pêşiya gelek tiştên din ve dike. Zilm û zordarî zêde dibe û mêtingerî tê sazûman kirin.

Dagirker dixwazin li mêtingehê hespê xwe li gor dilê xwe bibezînin. Jixwe mirovên mêtingehê serê hespê wan bigire û bi wan re hevaltiyê bike, ev tişt karê wan hêsantir dike. Ji ber wê hertim li ser mirovên mêtingehê xwedî plan û proje ne. Qada perwerdehiyê ji bo vê yekê amûra herî guncav e. Lê helbet perwerdehî tenê têrê nake û tevî wê dest diavêjin nirxên civakê yên wek malbat, zarok, jin, ziman û çandê. Destdirêjiya li ser jin û zarokan wek amûreke têkbirina civakê tê bi kar anîn. Ji ber wê ye ku leşker û polîsên wan herdem amade ne. Ji bo têkbirina ziman û çandê jî televîzyon, dibistan, karmend, stranbêjên wan xwedî peywir in. Welhasil çi ji wan tê texsîr nakin. Lê ya kambax ew e ku mirovên li mêtingehê jî alîkarî û hevkariya wan dikin. Hinek mirovên li mêtingehê ku hevaltî û dostaniya wan bi dagirkeran re heye ango bûne koleyên dagirkeran, dibin kiryarên van amûrên qirêj yên li mêtingehê. Ew mirov di nav civakê de wek sembola fors û zanînê ziman û çanda dagirker bi kar tînin, dest diavêjin hebûna civakê û gemara dagirkeran di nav civakê de berbelav dikin.

Tiştên ku dagirker dixwazin pêk bînin ev in, lê mirovên mêtingehê çi dikin an jî divê çi bikin li hemberî van polîtîkayan? Di serî de divê gel xwe ji mêtingeriyê xelas bike. Heta ku ev yek pêk neyê dagirker wê bi rêya ferzkirina çand, ziman û dîroka xwe, kontrola xwe bidomînin. Her carê êrîşeke an jî bûyereke mezin pêk tînin da ku xwe di bîra civakê de bihêlin. Îro li her çar aliyê welatê me şerekî pir mezin heye. Hewceye ku ev şer hemû astengiyên di nava kurdan de rawestîne û tifaqê bi pêş bixîne. Heta yekitiya mayînde pêk neyê dê herdemê kurd bên kuştin, heqaret wê li wan bên kirin û Kurdistan bê dagirkirin. Divê em ji bîr nekin ku azadî û rizgariya mirovan di destên wan de ye, helbet a me kurdan jî wisa ye.

Divê di nava me de nifşeke nû derkeve ku guh nede dagirker û xwînxwaran. Divê ev nifş bikaribe ji me re behsa bindestî, mêtingerî û parçebûna welat û hişê me jî bike. Dibe ku ev nifş rewşenbîr, ronakbîr, helbestvan an jî nivîskarek be. Miroveke ji rêzê jî dibe. Lê ya girîng hewceye xwe ji pergalê azad kiribe. Belê divê ev nifş herdemê rastiya me di nava çavê me de bibîne. Bi awayekî pir zelal, vekirî û paqij divê behsa me bike.Ango nifşeke rastgo be ku xwedî gotina tehl, tirş û şîrîn be. Divê ev nifş bikaribe giyayê hewşê li me şîrîn bike. Da ku em bikaribin xwedî li hewşa xwe derbikevin. Dagirker ketine welatê me û li gor qanûn, pergal, gotinên biratiyê, misilmantiyê û bi çend peyvên xweşik bindestiyê li me ferz dikin. Divê em wek civak bi yekdengî bikaribin bibêjin ku dagirkerino hûn êdî nikarin bi van gotinên beredayî, kêrnehatî bi darê zorê hespê xwe yê ku em nizanin guhê bavê wî ji ku ye, li ser xaka me ya pîroz li gorî dilê xwe bibezînin. Divê ev nifş gotina dawî ji bo me kurdan hemûyan bilîlînin; hemû kurdên aştîxwaz û azadîxwaz, bibin yek! Her çiqas ev ne hêsan be jî lê pêkan e.