3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî: Dema Tirkiye keysê bibînê dê êrîş bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Ebdî, diyar kir ku Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Minbic, Til Rifet û Kobanê di 23’yê Gulanê de dest pê kirin û hîna berdewam in. Ebdî, hincetên dewleta tirk ên ji bo pêkanîna êrîşan li ser herêmê derewandin û got: “Hincetên wan ew e ku hêzên me lihevkirinên 2019’an binpê dikin. Lê ya rast, em dibînin ku ew gefan li tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û hebûna kurdan bi taybet dixwe. Her wiha Sûriyeyê parçe dike û bakurê wê dagir dike, heman demê rê li ber çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê digire.”

Ebdî, ragihand ku ew li gorî bendên peymana 2019’an tevdigerin û wiha axaftina xwe domand: “Li gorî peymanê, hêzên me 30 km ji sînorê serdestiya Sûriyê bi Tirkiyê re paşde vegeriyan û rê li ber hêzên hikûmeta Sûriyê vekir ku li herêmên sînorî bicih bibe. Her wiha dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê li wan herêman dewam dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de Ebdî bal kişand li ser binpêkirinên artêşa tirk û ev tişt gotin: “Dewleta tirk pabendî wan lihevkirinan nabe. Navendên me binpêkirinên rojane yên ku komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin li dijî herêmên me pêk tînin û êrîşên hewayî yên ku artêşa tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belge dikin.”

‘Gefên dewleta tirk bandorê li şerê dijî DAIŞ’ê dike’

Mezlûm Ebdî, diyar kir ku gefên Tirkiyeyê rasterast bandor li şerê wan ên li dijî DAIŞ’ê kiriye û got, ev gef rasterast xebatên koalîsyonê û civaka navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li herêmê dike hedef.

Ebdî, her wiha metirsiyên xwe yên derbarê rewşa ewlehiya girtîgeh û kampan de jî anîn ziman ku çalakiyên DAIŞ’ê zêde bibin nemaze ku operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ’ê kêm bûne.

Di berdewama daxuyaniyê de Ebdî got: “Li gorî meha Gulanê, operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ’ê di meha Hezîranê de kêm bûn. Di Gulanê de me 73 DAIŞ’î girtin, lê di meha Hezîrana borî de 30 kes hatin girtin.”

‘Helwesta navneteweyî têr nake’

Ebdî, îşaret bi helwestên navneteweyî yên li hemberî gefxwarinên Tirkiyeyê kir û got: “Berdewama van gefan nîşan dide ku helwesta navneteweyî ya ji bo rawestandina van gef û êrişan têrê nakin.” Ebdî, diyar kir ku herêmên dagirkirî ji çeteyên DAIŞ’ê re bûne cihên ewle û kuştina serçete Mahîr El-Egal li herêmên dagirirî mînaka vê yekê nîşan daye û got:  “Em agahî girtine ku DAIŞ’ê amadekariyan dike da ku êrişî kampa Holê bike.”

Ebdî, xebatên DYA’yên ê bi rêveberiya Jeo Biden erênî nirxand û got, lê ji bo rawestandina van êrîşan têrê nakin. Ebdî her wiha xebatên “Rûsya yên girîng ên bi armanca rawestandina êrîşan” jî erênî nirxandin û diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de wekî Kobanê, Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebatê bi koordîneya aliyê rûsî tê kirin.

‘Em ji bo rawestandina gefan kar dikin’

Ebdî  ji bo rêgirtina li ber êrîşan, banga xebatê kir û anî ziman ku ew amade ne bersiva êrîşan bidin û wiha got: “Heger êrîş were kirin, wê bersiva me ne wekî sê salên borî be, hêzên me parastin xurt kirine. Em ê çarçoveya berxwedanê berfireh bikin û em ê li ber xwe bidin da ku rê li ber derbasbûna Tirkiyeyê bigirin.”

Ebdî têkildarî “Şerê bakurê Sûriyê bi giştî” ku dewleta tirk behsa wê dike, hişyarî da artêşa tirk û got: “Tu cih li pêşiya me nemane ku em vekişin, wê şerê bakurê Sûriyê bi giştî be û wê ne diyarker be. Artêşa tirk û komên girêdayî wê wê di vî şerê de li pêşberî hêzên hikûmeta Şûriyê û gelê sûriyeyê rû bi rû bimîne.”

Ebdî, bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destekê bidin berxwedanê û li kêleka ewladên xwe bisekinin.