3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûxîneriya şer û girîngiya aştiyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ji navê peyvê jî baş diyar e ku aştî rasterê tê wateya aşbûn, hêminî, hêwirî û aramiya mirov a derûnî. Wekî din jî; tê wateya lihevkirin, lihevhatin û rihetiya mirovan û hevahengiya civakê. Wate û naveroka wê çi dibe bila bibe, aştî peyveke sempatîk/şîrîn û erênî ye. Di her dem û serdemê de bûye daxwaz û pêdiviya mirov û civakên xêrxwaz û şernexwaz. Ji ber ku şer, ji ber neçariya kes û civakên qels û bindest û ji bo berjewendiya kes û hêzên serdest pêk tê, mixabin ji hêla gelek mirovan ve wekî tiştekî asayî û çarenîn tê dîtin û pejirandin. Sedem û encama şer çi dibe bile bibe; hemû şer ruxîner in û karestên mezin li pey xwe dihêlin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, mehkûmên şer gel û civakên bindest, mexdûrên şer jî jin û zarokên bêguneh in.

Her çendî ku aştî di bîra mirov de wekî dijberê şer bicih bûbe jî, di tu dem û serdeman de tu car di jiyana mirovahiyê de bi tevayî mayînde nebûye. Ji bo aştiyeke mayinde pêdivî bi jiyan û cîhaneke dadwer, aram û hevaheng heye. Heta ku kedxwarî, neheqî, çewsandin û stemkariya mirovên (mêrên) serdest ji ser rûyê erdê ranebe, mirov nikare behsa aştiyeke mayinde bike. Ji bo misogeriya aştiyeke mayinde jî pêdivî bi wekhevî, azadî û dadweriyeke mayinde heye. Fersata ku her mirovî/ê bi her awayî wekhev, birûmet û xwedîmaf nebîne, nikare dadweriyeke mayinde pêk bîne. Hêza ku jiyan û cîhaneke çîndar pêk aniye û heta îro parastiye, dûrî vê ferasetê ye. Heta ku cîhana çîndar li pergala wekheviyê danegere, jiyana çîndar aştiyê nabîne. Jiyana çîndar bi serdestî û zordestiya mêrê ku jin ji qada hilberînê bidûr kiriye, dest pê kiriye.

Her çendî ku gelek dîroknasên dinyayê, civakên sereke/xwezayî wekî civakên hoveber û civakên dîroka nêzîk û îroyîn wekî civakên nûjen didin nasîn jî rastî qet ne wisa ye. Lewre dîroka civakên sereke dîroka alîkarî, parvekirin û wekheviyê; dîroka civakên nêzîk û îroyîn dîroka şerên hovane û serdema pevçûnên bênavber e.

Di jiyana civakên sereke de serwerî, desthilatdarî û dewletbûn tune ye. Lewre di debara jiyanê û hilberînê de hêza diyarker rola jinê ye. Jina ku hêza xwe ji afîrînerî û hilberîneriya xwe werdigire, aştîxwaz e. Aştîxwaziya jinê ji xweewleyî û ewledariya wê tê. Xisleta jinê ya sereke parastin, pejnkarî û parvekirin e. Ev hersê xisletên qencîkar tenê bi jinê re peyde dibin. Ji bo wê, jin di her dem û serdemên dîrokî de bûye misogeriya jiyan û sembola aştiyê.

Parastin û parvekirina jinê ya adilane wekheviyê tîne. Wekhevî hîmê dadweriyê ye. Serdema sereke serdema jinê ye. Serdema jinê serdema aştî, aramî û wekheviyê ye. Berteka mirov a sereke xweparastin e. Jin; ji ber ku xislet û taybetiyên xwezayî û xwedayî (xwedawendî) bi xwe re hildigire, hem xwe û hem jî heyînê ku diwelidîne diparêze. Ew tu caran xwe ji xwezayê nake û naxwaze bi xwezayê re şer bike. Ango feraseta wê ya aştiyane bi xwezayê re li hev e. Belê mixabin mêrê ku dixwaze xwe bi hêz û qeweta xwe û şer û pevçûnên ruxîner bide çespandin, şerê xwe yê sereke li dijî jinê pêk tîne. Ev jî jinê ber bi aştiyê û mêr ber bi şer ve dike. Lêkdan û pevçûnên ser rûyê erdê hemû ji ber van herdu ferasetên dijber û nelihev pêk tên. Jiyana civakên çîndar jî bi vî awayî dest pê kiriye û heta îro didome. Jina ku ji qada hilberînê hatiye bidûrxistin, ji hemû qadên jiyanê jî hatiye bidûrxistin. Ji wê rojê û vir ve ku ne jinê û ne jî mêrê ku ji jinê welidiye, ber xwe dîtiye.

Nasname, zayend, nîjad, netewe, ziman, ol û baweriya wî/wê çi dibe bila bibe, her mirov pêşî wekî welatiyê welatê xwe û peyre jî wekî hemwelatiyê cîhanê tê ser rûyê dinyayê. Ev yek, ji mafê mirovan bêtir rastiyeke xwezayî û gerdûnî derdixe holê.. Ji bilî zagon, rêgez û rêbazên gerdûnî û her wiha bawerî, bîrdoz û ramana mirov a xwecihî, nasnameyeke mirov a mirovî heye. Heta ku ew nasnameya mirov li hemû deverên cîhanê bi her awayî derbasdar nebe, tu car wekhevî û aştiyeke mayînde ya gerdûnî û mirovî pêk nayê. Lewre ev nasname ji bo xwarin, vexwarin, debirîn, parastîn, geşt, ger, perwerdehî û vehewîna mirov dibe pêdiviyeke bingehîn. Tu kes û hêz nikare mirovên ku tevlî van mafên bingehîn tên dinyayê û nasdarî jiyanê dibin, li gor zagonên dewlet û feraseta mirovên desthilatdar bên xebitandin, çewsandin, girtin û darizandin. Mafê tu kesî tune ye ku kes, hêz, kom, komîçk û neteweyên dinyayê di ser ên din re bigire. Her wekî din jî mafê tu kesî tune ye mafê tu mirovan di ser maf û rûmeta mirovên din re bigire. Her çiqas ku ev rêgez û rêbzên gerdûnî/navneteweyî li ser kaxizê hatibin nivîsandin jî, kardariya wan dîsa di destê mirovan de ye û pêkhatin û pêkanîna wan tiştekî pêkan e. Lewre avakar û damezrînerên hemû zagon û pergalên vê dinyayê mirov in; belê yên ku van zagon û pergalan diguherin, dirûxînin û ji holê radikin jî dîsa mirov in. Rast e; îro ro kesên ku şer dixwazin, neheqiyê dikin û mirovan berdidin hevdû nayên darizandin; heta tên pesinandin û xelatkirin jî. Berevajiyê wê; li şûna wan kesên xêrdoş, aştîxwaz û mirovhez tên çewsandin, girtin û darizandin. Ji ber ku li hemû deverên dinyayê, hêzdarî cihê dadweriyê girtiye û hemû rastî hatine berevajîkirin, aştî û aştîxwazî wekî daxwazeke marjnal/veder tê dîtin û qebûlkirin. Ev nîzîkahîtêdan dûrî rastiya jiyanê û heqîqeta civakê ye. Belê ligel vê bêrêtî û bêrûmetiya dinyayê, mixabin dîsa jî îtibarê dibîne. Heke ne wisa bûya, mirov li dijî van şer û pevçûnên ku jiyana mirovahiyê serobin dikin, mirov ewqas bêdeng nedibûn. Heke ne wisa bûya, tu car dengê şer bi ser dengê aştiyê nediket û mirov bi tirs û fikar nêzîkî aştiyê nedibûn.

Dîsa ligel ewqas neyînî, xisar û rûxanên şer, hê jî mirovên ku pêdiviya wan ji şer bêtir bi aştiyê heye, bi tevayî li hemberî şer bertekên tund nîşan nadin. Ger bi vî awayî bidome, dê li ser rûyê erdê tu caran şer û pevçûnên navbera mirovan bi dawî nebin. Baş diyar e ku tiliya kes û hêzên desthilatdar û şerxwaz ên ku pergala şer ava dikin di vî karî de heye. Hêza ku ser rûyê erdê dike mêtingeh û mirovahiyê bi rê ve dibe jî ev hêza bêyom û bêoxir e. Ev hêza kedxwar û desthilatdar a ku ji aliyekî ve di navbera gelên cîhanê de şerên domdar û mayinde û ji aliyê din ve jî di navbera hemwelatiyên welatên cîhanê de pevçûn û aloziyên rojane û demdemî derdixe, her gav serwer e û li ser kar e. Di dema şer de çek û alavên şer hildiberîne; di dema aştiya de çavkaniyên sererd û binerda cîhanê talan dike. Heman hêz, hemû gel, civak û mirovên qels û bindest tî û birçî dike; bêvîn û bêgiyan dihêle û wan wekî alavên şer bi kar tîne.

Ji do heta îro; bi tevayî jin aştiyê, belê bi giranî mêr şer dixwazin. Aştî daxwazeke mirovane, şer libateke hovane ye. Bila were zanîn ku ev nivîs tenê tesbiteke dîrokî ye. Lewre parastina mafê jinê û danasîna xisletên wê yên payeberz û negihêj ne hedê min û ne jî hedê tu mêran e. Hêz û qudreta jinê têra azadî û rizgariya hemû mêr û mirovan dike. Her çendî ku dest û cestê mêrê kedxwar û stemkar ji bo jiyaneke hovane tu car natebite jî; hest û bestên jina kedkar û pejnkar her gav ji bo aştiyê û cîhaneke mirovane dilive û dilebite. Armanca jina kedkar û pejnkar xwebûn û serxwebûn e; belê armanca mêrê kedxwar û stemkar, serdestî û dewletbûn e. Heta ku hemû mirov nebin şerkerên aştiyê; ne şer û pevçûn bi dawî dibin û ne aştî dibe para mirovahiyê.