4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Embara herî kevnar: Hewsel

Li her welatekî taybetmendiyên xwezayê hene ku welat pê serbilind dibin an jî mirov xwe ji ber wan taybetmendiyan bi şans hîs dikin. Taybetiyek li Kurdistanê heye ku bi dehan balinde li ser difirin û ev der ji wan re dibe wekî mala demkî. Helbet ew dewlemendiya ku berê cihanê daye xwe Bexçeyên Hewselê ne. Hewsel, ji 2015’an ve bûye dewlemendiyeke cihanî.

Di hin welatan de hin cih hene ku hebûna xwe ji dîrokê heta roja me diparêzin. Mazûvaniya bi dehan cure nebat, balinde û şaristaniyan dikin. Her çiqas carinan kêm bibin jî cureyên wan bi awayekî berdewamiya xwe diparêzin û di bîra gelan de dibin xwedî cihên taybet.

Mirov her çiqas behsa xweşî û taybetiyên Amedê bike jî têrê nake. Çîrokên serhildanan li kolanên wê hatine neqişandin. Li bajarekî qedîm evîna şoreşgerên nemir deng vedaye. Helbet bi van serbilindiyên xwe bajar dê bi nav û deng be.

Dîcle bi dengekî aram û nerm dilorîne, mirov ber bi xeyalan ve dikişîne. Spîndarên ku hewl didin bigihin asîmanan di nav dîlanekê de germ bûne. Silavê didin Sûran û Girê Çilsiwar.

Bexçeyên Hewselê ji dîroka kevnar heta roja me bi sewze û nebatên xwe yên xwezayî şêniyên herêmê xwedî dike, têr dike. Helbet dê xweş be tama nebatên vê axa pîroz, ji ber ku kaniya wan çemê Dîcleyê ye.

Bi sedsalane ku li herêmê çandinî tê kirin û berhemên xwezayê têra hemû bajarê Amedê dikin. Bi karê çandiniyê Hewsel, bandoreke aborî jî li civakê dike. Şêniyên herêmê hem wekî xwarinê sûd jê werdigirin hem jî dikarin bi vî awayî aboriya xwe jî bi rê ve bibin.

Qada Hewselê ku çandinî lê tê kirin bi qasî 2 hezar û 800 dekarî ye. Sebze û nebatên ku tê de tên çandin jî; marol, bexdûnis, balîcan, îsot, firingî, sêv, mişmiş, gilyas, rêhan, silk û nebatên din in.

Di dîrokê de li herêmê şopên ji 30’î zêdetir şaristaniyan hene. Bexçeyên Hewselê jî bi çandiniya xwe, xwe dispêre berî 8 hezar salan. Bi vî awayî Hewsel ne tenê xweza an jî çand e, her wiha dîrok bi xwe ye. Bi vî awayî Hewsel, cihekî dîrokî, çandî û xweser e.

Bexçeyên ku di navbera sûrên Amedê û Çemê Dîcleyê de wekî tabloyekê xuya dikin her tim bûne mijarên efsaneyan, kilaman û çîrokan. Li gor hin çavkaniyan li erdnîgariya Mezopotamyayê embara herî kevnar ya zadan, bexçeyên Hewselê ne.

Ev bexçeyên ku wekî perçeyekî bihûştê xuya dibin, li gel dîtbariya xwe ya newaze, bi hin taybetiyên xwe yên din jî balê dikişîne ser xwe. Tê gotin ku bi qasî 180 cure balinde li nav van bexçeyan hene. Hin cure balinde demsalî tên dimînin û paşê koçî welatên germ dikin. Ji bilî cureyên balindeyan gelek cure ajalên wekî rovî, kûzik, sihorîk û jîjo jî di nav bexçeyên Hewselê de dihewin.

Herêma Hewselê ji bilî ajalên bejahiyê bûye warê gelek cureyê ajalên di nav avê de.Tê zanîn ku 51 yek cure masî di nav Dîcleyê de hatine dîtin.

Her çiqas bi bejna xwe ya bilind spîndarên li Hewselê serkêşên govendê jî bin, bi sedan cure dar hene di nav perçeyê bihûştê de. Ji ber vê yekê jî ji bo bajarê mezin yek ji cihê herî zêde yê oksîjenê ye.

Bexçeyên Hewselê bi hebûna xwe dibe sebra welatiyan. Mirovên ku bixwazin hinekî bêhna xwe vedin, ji qelebalixiyê dûr bikevin û hinekî bi xwezayê re civatê girê bidin berê xwe didin Hewselê. Her aliyekê Hewselê ji hev xweştir e. Dibe ku mirov bixwaze li ber Dîcleyê rûne û bikeve temaşeya sûr an jî bedenên Amedê. An jî mirov dikare li bin spîndarekê rûne û tenê li dengê libabûna spîndaran guhdarî bike.

Hêjaye ku mirov bi berfirehî û xal bi xal behsa Hewselê bike. Mirov berê xwe bide kîjan aliyê wê an bermahiyeke dîrokê an jî xwezayeke newaze heye. Ji bilî rêhevaltiya sûrên Amedê û çemê Dîcleyê li cem Hewselê Pira Dehderî heye. Dibe ku ya tabloyê temam dike Pira Deh Derî bi xwe be. Wexta mirov ji pira deh derî li Hewselê temaşe dike, hem bexçeyên newaze, hem sûrên Amedê hem çemê Dîcleyê hem jî girê Çilsiwar, ango Çiyayê Kirklarê li ber çavên mirov wekî bihûştê xûya dibin.

Bi dîroka xwe ya kevnar û bi hebûna xwe Hewsel, ne tenê bala welatiyan dikişîne ser xwe. Diyare bala gelek welatan kişandiye û ji ber wê di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateyeke cîhanî hatiye qebûlkirin.

Xwedîderketina UNESCO’yê mixabin kêm dimîne û Bexçeyên Hewselê ji hêza xwe ya berê tê xistin. Hin dijminên xwezayê, çand û dîrokê Hewselê talan dikin. Kevir û molozên ku ji ber avakirina malan tên li wê derê dirijînin û xwezayê talan dikin. Di berxwedana Sûrê de jî hêzên artêşa tirk berê xwe dan Hewselê û wêrankirin. Ji aliyê hin saziyên dewletê ve jî darên Hewselê tên birîn.

Hewsel di her demsalê de xweşikiya xwe bi reng û dîmenên cuda pêşkeşî welatiyan dike. Di mehên biharê de her cureyên rengê kesk û rengê kulîlkên cur bi cur derdorê dixemilînin. Keskê ku tîrêjên rojê yên dijwar lê dide di mehên havînê de hinekî zer dibin. Li Bexçeyên Hewselê di demsala payîzê de dîmenên herî newaze yên xwezayê derdikevin holê. Zerekî kubar hêdî hêdî ber bi rengekî porteqalî ve nêzîk dibe. Soreke serhildêr zû bi zû balê dikişîne ser xwe û geweza navsere ya sorê hêrsok nerm dike, dilxweş dike.