5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdîstanê – Tevgera Karmatiyan

Temaşevanên hêja, Tevgera Karmatiyan, tevgereke herî mezin a civakî û siyasî ye ku ji salên 870 dest pê dike û heta sala 1070’yî li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Qebûla herî zêde ya li ser navê Karmatî jî ew e ku ji avakarê wê Hamdan bîn Eşas El-Karmat tê. Li gorî hin çavkaniyan Hemdan Karmat li Kûfyê ji dayik dibe û kurd e. Tevgera Karmatî di Rojhilata Navîn de herêmên wek Îran, Iraq, Surî, Xoresan, Yemen, Behriyen, Misrê û qadeke gelek fireh belav bibû. Sedsala ku Karmatî derdikevin holê û pêşde diçin taybetmendiya wê demê ew e ku Ebasiyan hêzên xwe winda kirine, di rêveberiyê de nakokiyên kûr rûdaye û bandora wan kêm bûne. Ew rewşa ku di rêveberiya Abbasiyan de derketibû holê bêguman pirsgirêkên civakî û aborî jî bi xwe re anîbûn. Dema ku Karmatî derketin holê di otoriteya navendî de lewazî, xizaniya ji ber şer, ferzkirina yek olî û sedemên wek wan mirov dikare rêz bike.