spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Naxwazin kurd xwe binasin

Ev demeke dirêje qedexeya li ser çand û hunera kurdî dikeve rojeva me teva. Diyar kirina rojevê bi gelemperî mixabin ji aliyê desthilatdariyê ve derdikeve holê.

Li şûna em li ser çand û huner, zanistî û teknolojî, çalakiyên hunerê, pêvajoya bûyerê li dinyayê diqewimin bişopînin û biaxivin di vê sedsalê de em behsa qedexeyên li ser hunerê dikin.

Her û her rojeveke tehmsar û bêhnteng derdive pêşiya me. Ev tehmsarî û nexweşî di demên dawî de bêhtir zêde bûye û berdewam dike. Çand û hunera kurdî di gelek zor û zehmetiyan de derbas bûye û heta xwe gihandiye roja îro. Roja îro jî di nav bêderfetiyên weke aborî, çandî de, hunermend ne bi piştevaniya sazî an komeleyan ew bixwe hewl didin hunera xwe pêşkêş bikin.

Di van şert û mercan de di bin zext û zordariyê de, dixwazin bi zimanê xwe bigihîjin gel lê weke hûn dibînin piştî ew qas zehmetî roja derkevin ser dikê bi hincetên pûç û vala astengiya derdixin pêşiya hunermendan.

Şano û konserên kurdî bê bingeh û bi sedemên kelevajî tên betalkirin. Dijminatiya li ser kurdan û zimanê kurdî li her qadê derdikevê pêş û ji berê de ev rewş heman e. Gelo çima di demên dawî de hîn zêdetir bûye ?

Bi taybetî konserên li metrepolan tên li dar xistin dijberiya wê dikin û qedexe dikin. Xweneragirtin û bê semaxiya li hember ziman û çanda kurdî vê yekê pêk tînin Naxwazin çand û hunera kurdan bi pêş bikeve.

Destpêka vê kiryarê di 2020’an de ( dîroka nêz) bi lîstika ‘Teatra Jiyana Nû’ya bi navê ‘Bêrû’ ku ji aliyê nivîskar Dario Fo de hatibû nivîsîn û bi kurdî hatibû wergerandin, berî lîstikê bi çend seata ji aliyê qeymekamiya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi hinceta ‘ewlehiya gel’ dixe xeterê de hat astengkirin. Li dû wê walîtiya Rihayê heman lîstik qedexe kir. Cara yekem bû wê lîstîkek kurdî, di bin banê şanoya bajêr a şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê de bihata lîstin!

Lê weke me got bêtehemûliya li hember kurdî rê neda vê yekê…

Piştî wê rûdanê jixwe êdî rê li ber xwe vekirin, hewcedarî bi ravekirin an bi tiştekî din nekirin û nakin.

Şahiya NÇM’yê pîrozbahiya salvegera 30 saliya xwe wê li Navenda Xwepêşana Bostanciyê li dar bixista. Lê beriya konserê bi çend seatan careke din bi heman sedeman hate betalkirin. Dibê ku reaksiyon û li dij derketin kêm man, loma jî berdewama wê hat. (Em hîn bûne mafê me yî asayî jî ji dest me bigirin)

Çend roj berê, qedexekirina konsera Aynûr Dogan ya li Kocaeliyê bibû rojev, ji aliyê gelek kesan ve bertek hatin nîşandan lê di tora civakî de, şêweya bertek dayîna Aynûr Dogan bi xwe jî rexne lê hatin kirin. Bi zimanekî ‘nerm’ û bi hevokên bijarte mexdûriyeta xwe vegotibû. Weke çîroka ‘Dîk’ dibêjin: “Dîkek hebû rojê penç cara bangdikir, rojekê xwediyê wî tê û radihijê çiftê dixe serê dîk û gefa lê dixwîne, dibêje: deng ji te derkevê û dengê te bibîhîsim ez ê te bikujim. Dîkê belengaz ji neçarî hew deng ji xwe derdixe, ker û lal dibe.

Piştî hefteyekê zilamê zordar tê û dîsa çiftê dixe serî, dibêje; lazime tu weke mirîşka biqidqidê an na ez ê te bikujim. Dîk çi bike jî wê bi ya wî bike û weke mirişka biqidqide.

Lê bêsiûdiya dîko bi vê jî xilas nabe, di demek şûnde cardin tê û bi çiftê dibêje; yan wê tu hêka bikî yan jî ez te qebûl nakim û ez ê te bikujim!

Dîk dibêje ez ê çawa hêka bikim, vaye çare nema wê min bikuje, xwezî ji roja roj de ez bi şerefa xwe bimama tu tiştek li ser min nedima û dawî hey mirin bû.”

Qayîlkirina desthilatdariyê tu carî ne gengaz e. Her wiha çend roj berê lîstika ‘Şanoya Bajar ê Amedê’ ya bi navê ‘Don Kîxot’ wê li Kocaeliyê bihata lîstîn rê li ber girtin. Herî dawî, konsera Mem Ararat 29’ ê gulanê li Bûrsayê bihata dayîn bi heman hêncetan destûr nedan. Tê dîtin ku ev qedexekirin her berdewam dikin.

Hişmendiya faşizan bê derman û ji ber wê rola xwe dileyîze. Sedsal biguherin jî di xwîna mîrov de çi hebe, tevger û encam her yek in. Dijminatî û acisiya li ser kurdbûnê li ser zimanê kurdî, li her qadê xwe dide der.Li kolanan êrîş dikin, strana bêdeng dikin, rojnemeyan asteng dikin û heta ji destên wan tê qadan li me teng dikin.

Di vê mijarê de divê em jî qadan li xwe fireh bikin, stranê xwe biqîrin, çîrokê xwe bibêjin, binivîsîn, bi dengê bilind biaxivin ji bo ku ew biteqin

Ji ber ku naxwazin dengê kurd û kurdî derkevê, kes bibihîse, guh bidê, temaşe bike û bi pêş bikeve naxwazin bername çêbin.

Dizanin ku xwe dîtin deriyê azadiyê vedike. Em ê xwe bibînin ,em ê li xwe vegerin, xwe binasin, çanda xwe bijîn û hunera xwe bi zimanê xwe bikin. Divê em bizanibin ku zimanê me çi qasî bi qîmet e.