6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk herêma ewlehiya kê ava dike

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta îro dewleta tirk herdem behsa herêma bi ewle dike. Ji salên 2012’yan ve serokomarê AKP’î yê tirk Tayip Erdogan daxwaza avakirina herêmeke ewle ya li ser sînorê Sûriyeyê (Sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê), dike.

Tevî ku hikûmeta tirk nikaribû vê projeya xwe di qada navneteweyî de bide qebûlkirin jî, bi bazarên cuda geh bi Amerîkayê re û geh bi Rûsyayê re beşek mezin ji axa wê herêmê dagir kir û herêmeke mezin xiste bin kontrola xwe.

Niha dîsa hikûmeta tirk gefan li rojavayê Kurdistanê dixwe û dixwaze hin deverên din jî dagir bike. Bêguman her kes armanca sereke ya vê hikûmetê dizane. Ew jî pêşîgirtina li destkeftiyên gelê kurd e û pêşîgirtina li pêşiya avakirina statuyeke kurdan e. Lê ew vê projeya xwe bi navê avakirina herêmeke qaşo bi ewle gav bi gav pêk tîne û dixwaze bibe serî.

Hikûmeta tirk ji bo piştgiriya welatên Ewropayê û raya giştî ya wan welatan jî bigire geh gefa pêşîvekirina li penaberên Sûriyeyê li wan dixwe û geh jî dibêje ev herêma bi ewle ji bo vegerandina wan penaberan e. Hem bi pereyên welatên Ewropayê wan xwedî dikin hem jî wan wekî gefekê li dijî Ewropayê bikar tînin.

Di rastiya xwe de armanceke din jî ya dewleta tirk heye ew jî guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê ye. Ew penaberên ku behsa vegerandina wan tê kirin erebên ji deverên din ê Sûriyeyê ne û hikûmeta tirk dixwaze wan li herêmên ser sînor bicih bike. Bi vê yekê wê demografiya rojavayê Kurdistanê biguherîne.

Rayedarên tirk her ku devê xwe vedikin dibêjin herêma bi ewle. Gelo ew herêm ji bo kê bi ewle ye. Dema em bala xwe didin deverên ku dawî hatin dagirkirin ên wekî Efrîn û Serê kaniyê em dibînin ku jiyana kurdan li wir êdî ne bi ewle ye. Ne tenê jiyana kurdan li hemû deverên dagirkirî jiyana tu sûriyeyîkî jî ne bi ewle ye. Jiyana her kesî ji alî komên çete ve di bin talukeyê de ye.

Lê bi rastî jî ew herêm tenê ji hinekan re bi ewle ye. Her kes dizane ew ji kê re bi ewle ye. Ma we tevan nedît ku çawa herdu serok û serkêşên çeteyên DAIŞ’ê li wir bicih bûbûn. Herdu serokên DAIŞ’ê li deverên dagirkirî li deverên di bin kontrola artêşa tirk de bicih bûbûn. Koalisyona Navneteweyî ew herdu çete li wir kuştin lê hîna bi sedan serkêş û emîrên çeteyên DAIŞ’ê li wir dijîn. Ew herêm tenê ji bo çeteyan bi ewle ye, ne ji bo gelê Sûriyeyê.

Tişta ku hatiye kirin tenê navên wan hatiye guhertin li şûna DAIŞ’ê navê wan bûye Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê. Dewleta tirk wan wekî çeteyên kirêkirî, ne tenê li Sûriyeyê û ne tenê li dijî kurdan lê li gelek deverên din jî bikar tînin. Ji Lîbyayê bigire û heta bi Azerbeycanê herdem ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Bi kurt û kurmancî; bi rastî heke mirov bixwaze navekî rast li wê herêmê bike, ew ji bo gelê Sûriyeyê ne herêma bi ewle ye, lê ji bo hewandina çeteyan û çekdarên bi pereyan, mirov dikare gelek navan li wê herêmê bike lê tenê mirov nikare behsa ewlekarî û ewlehiyê li wê herêmê bike.