13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nêzîkatiya esasî ya Abdullah Ocalan jiyana hevpar a gelan e’

Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ozgur Erol di derbarê hevdîtinên  Ocalan ên salên berê de axivî. Parêzer Erol diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re têne kirin bandorê li jiyana  Tirkiyeyê dike û di hevdîtinên pêvajoya çareseriyê de ku sala 2012’an destpê kir, hat dîtin ku li gel şert û mercên girtinê jî Ocalan bandoreke erênî li asta jiyanê kiriye.

Erol, diyar kir ku herî dawî di 18’ê Tîrmeha 2011’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kiribû û ragihand ku piştî wê hevdîtinê di 27’ê Tîrmehê de jî hevdîtinek pê re hat kirin, lê ji wê demê heta 2019’an parêzeran nekarîn hevdîtinê pê re bikin.

Erol bal kişand ser salên ku li Îmraliyê hevdîtin dihatin kirin û got: “Abdullah Ocalan li Îmraliyê her tim ji bo çareseriya meseleya kurd pêşniyarên çareseriyê yên berfireh kir. Ji parastina destpêkê ya li dadgehê heta bi pêşkêşiyên salên 2000 û 2004’an ên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, nexşeya rê, hemû ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê nêzîkatiyên cidî û kûr bûn.”

Parêzer Erol anî ziman ku Rêberê PKK’ê ev nêzîkatiya xwe di dema hevdîtinan de jî bi rêk û pêk û hevgirtî nîşan da û axaftina xwe wiha domand: “Nêzîkatiya wî ya esasî hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji aliyê pirsgirêka kurdan ve, li xaka ku kurd bi gelên din re  dijîn, jiyaneke bi hev re û biratiyê ya li ser bingeha welatiyên azad û wekhev bû.”

Tecrîd nayê qebûl kirin

Erol li ser ‘Meşa Gemlîkê ya Mezin’ ku li gel astengiyan jî bi piştgiriya xurt a gel pêk hat axivî û got:”Mirovan bi daxwaza rakirina tecrîdê hewl dan mafê xwe yê meşê û azadiya îfadeyê bi kar bînin. Tevî ku ti hewldaneke tundiyê û mehleyeke ji bo tundiyê tune bû jî, rê hemû hatin girtin. Mesele bi esasî wiha ye; ji dewamkirina tecrîdê jî wêdetir helwesteke wiha tê nîşandan ku nêzîkatiyên ji bo şikandina tecrîdê jî hewl didin tecrîd bikin. Mixabin hevdîtinên ku ji sala 2016’an û vir ve li Îmraliyê hatin kirin, tenê di encama bilindbûna muxalefeta civakî de pêk hatin. Tecrîdkirina mirovan ji hemû mafên xwe, ferzkirina jiyaneke bi vî rengî êdî ne tenê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve, her wiha ji aliyê însanî ve aliyekî wê yê bê qebûlkirin nîne.”

Tecrîd parametreya demokrasiyê ye

Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Ozgur Erol destnîşan kir ku tecrîda heyî êdî ji bo asta demokrasiyê ya li Tiriyeyê parametreyeke û wiha berdewam kir: “Em bala xwe bidin ser hemû pêvajoyên 20 salên dawî yên li Tirkiyeyê; her dema ku li Îmraliyê hevdîtin hatiye kirin û li ser çareseriya pirsgirêka kurd nîqaşek hatiye kirin, asta aborî, siyasî û demokratîk a Tirkiyeyê hinekî aram bûye, bûye welatekî ku dikare lê bê jiyîn. Demên ku tecrîd hat şidandin jî Tirkiye ji her alî ve ketiye nava krîzê. Lewma daxwaza mirovan nabe ku ji vê rastiyê cuda bê nirxandin.”