4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivanê qazan

Delîl Egîd

Gurî şivanê qazên mirovekî bi navê Şêxo bû. Bîst qazên Şêxo hebûn. Her sibê beriya Gurî wan bibe çêrê Şêxo qazên xwe bi hejmar teslîmî wî dikir û êvarê dîsa bi hejmar jê werdigirt. Rojekê êvarê Şêxo dît ku qazekî wî kêm e. Li şûna 20 qazan 19 qaz in.

Şêxo ji Gurî re got; Kuro lawo qazeke min kêm e.

Gurî: Na qazên te temam in.

Şêxo: Kuro ma ne bîst qazên min bûn?

Gurî: Erê bîst bûn.

Şêxo: Niha 19  ne, ma ne wisa?

Gurî: Belê rast e. Niha 19 ne.

Şêxo: Wê gavê yek kêm e.

Gurî: Na, ne kêm e.

Şêxo dît ku nikare tiştekî bi serê Gurî bixe. Rabû gazî 20 merivan kir û ji wan re got her yek qazekê ji xwe re bibin. Piştî ku wiha kirin merivek ji wan bê qaz ma.

Şêxo: Te îca fêm kir Gurî, wa ye mirovek bê qaz ma, kanî qaza vî zilamî.

Gurî: Bila wî jî ji xwe re yek bibira, ma min bi destên wî girtibû.