6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Tê bîra min ka zarokên min çawa kuştin

Emîne Şenyaşar tev li danişîna doza bi hinceta “heqaretê” hatiye vekirin bû. Dadger ji Emîne Şenyaşar gotinên bûne sedema dozê pirsî û Şenyaşarê wiha bersiv da: “Bi ser re gelek dem derbas bû û ew gotin nayên bîra min. Lê baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê birîndar xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 820’an de didome.

Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li gel parêzerên xwe tev li danişîna doza bi hinceta “heqaretê” lê hatiye vekirin bû. Ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 345’emîn a çalakiyê de (16’ê sibata 2022’yan), bi îdiaya “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildizê AKP’î kiriye” doz hate vekirin. Danişîna pêşîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin. Emîne Şenyaşar, kurê wê Mehmet Şenyaşar û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.

‘Hevjîn û zarokên min hatin qetilkirin’

Danişînê piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Emîne Şenyaşar da zanîn ku dê parastina xwe bi kurdî bike. Dadger, pirsên weke “Hûn zewicî ne?” û “Çend zarokên we hene?” ji Şenyaşar kir. Şenyaşarê jî bi vê bersivê bertek nîşanî van pirsan da: “Hevjîn û du zarokên min qetil kirin. Xwestin yê din jî qetil bikin.” Piştre jî Şenyaşarê têkildarî tawanbariyên tên kirin wiha got: “Ez dermanan bi kar tînim, kurê min ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Heta ku dermanan bi kar neyînim nikarim bi şev razêm. Bi ser re gelek dem derbas bû û ew gotin nayên bîra min. Lê baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.”

Parêzer Hîdayet Enmek jî got ku girteka bûye sedema lêpirsînê ji hêla polîsekî sivîl ve hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku rapora kesê pispor a serbixwe bê amadekirin. Di navbera gilîker û muwekîla min de dijminatî heye. Em dixwazin doza ku li Meletiyê tê dîtin li ser UYAP’ê were standin. Xizmên muwekîla min ji hêla xizmên gilîker ve hatine kuştin û birîndarkirin. Li gorî me heke dosya li vir bê zêdekirin dê darizandin jî sûdê jê bigire. Em ê piştî mutalaayê parastineke berfireh bikin.”

Roja dadgehê hate taloq kirin

Dadgehê jî daxwazên parêzeran esas girt û ji bo dozger mutalaaya xwe amade bike danişîna dozê taloqî 29’ê mijdarê kir.

 Nobeta edaletê ji nû ve dewam kir

Şenyaşar, piştî danişînê çû pêşiya edliyeyê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji 9’ê adara 2021’ê roja Nobeta Edaletê dest pê kirî heta niha bi heman hincetan der heqê Emîne Şenyaşarê de 31 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 10 jê veguherîn dozan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê