6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna Astanayê dest pê kir

Mijara sereke ya civîna Astanayê Asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê ye, civîn bi tevlêbûna Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiyiyê, her wiha bi çavdêriya nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Lubnan, Iraq û Urdinê dest pê kir

Beriya civîna Atanayê dest pê bike aliyên beşdar dibin nêrînên xwe bi riya peyamên cuda anîn ziman ji aliyekî ve dewleta tirk xwest ku beriya civînê zextên nû li ser Rêveberiya Xweser bike ji aliyekî din ve rayedarên Sûriyeyê jî teqezî li ser wê yekê kirin ku divê dewleta tirk xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne ji bo hevdîtinênn asayî di navbera herdu welatan de dest pê bikin.

Serokê şandeya Sûriyeyê ya ku tev li civîna 20’emîn a Astanyê bûye, Eymen Sûsan ji televizyona El-Exbariya ya Sûriyê re der barê civîna Astanayê de axivî û wiha got: Xala herî bingehîn a ji bo destpêkirina diyaloga di navbera Şam û Enqerê de û ji bo avakirina “pêwendiyên asayî” divê di serî de artêşa tirk ji hemû axa Sûriyeyê derkeve.”

Eymen Sûsan di berdewama axaftina xwe de behsa ewlehiya sînor jî kir û wiha got: “Berpirsiyariya tekûzkirina ewlehiya sînor berpirsiyariyeke hevbeş a Sûriyê û Tirkiyê ye”

Ev daxuyaniyên Sûsan di demekê wiha de hatin kirin ku civîna 20’emîn a Astanayê bi tevlêbûna cîgirên Wezîrên Derve yên Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiyiyê dest pê kiriye û heta sibê berdewam dike.

Her wiha nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Lubnan, Iraq û Urdinê wekî çavdêr beşdarî vê civînê bûne.

Asayîkirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyê

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê ragihand ku şandeya Sûriyê civîneke fermî ya gotûbêjan ligel aliyên Îranî li ser pêşketinên niha li Sûriyê û herêmê pêk anî.

Alîkarê payebilind ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di karûbarên siyasî de Elî Esxer Xacî teqezî li ser piştevaniya Tehranê ji yekrêzî û yekparçeyiya axa Sûriyê kir. Her wiha dubare kir ku çi kiryareke di wî warî de were kirin dê bibe sedema alozbûna rewşa Sûriye û herêmê.”

Şandeya Sûriyê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Eymen Sûsan bi şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re civîneke dualî pêk anî.

Bogdanov bal kişand ser wê yekê ku şandên beşdarî civîna Astanayê bûne, li ser mijara asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê kar dikin û diyar kir ku divê ev pêvajo li ser esasê rêzgirtina dualî û yekparçebûna axa Sûriyê, yekitî û serweriya Sûriyê be.

Gotûbêjan îro li paytexta Kazaxistanê bi “formula Astana” ya çareseriya li Sûriyê bi civîna şandeyên Rûsya û hikûmeta Sûriyê dest pê kir. Di hevdîtinan de aliyê Rûsyayê ji aliyê du nûnerên taybet ên serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrentiev û Mikhail Bogdanov ve tê temsîlkirin.

Hêjayî gotinê ye ku mijara serke û bazarê bingehîn ya di navbera welatên ku îro beşdarî civîna Astanayê bûne dîsa destkeftî û pêşeroja parçeyeke Kurdistanê ye. Bazara wan a sereke mijara destkeftiyên Rêveberiya Xweser û rewşa rojavayê Kurdistanê ye.  Li şûna ku kurd û pêkhateyên herêmê ji bo pêşeroja welatê xwe biryarê bidin dê welatên ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine dîsa wê biryarê bidin. Ev civîn ji serkêşiya Rûsyayê tê birêvebirin ku ew jî xwedî roleke gelekî mezin e di astengkirina mafê kurdan de ji dîroka kevnar û heta roja îro.

Lewre ev welatên ku beşdarî vê civînê bûne her yek ji wan parastina berjewendiyên xwe dike û tu yek ji wan tevî şandeya rejîma Sûriyeyê jî parastina mafê gelê Sûriyeyê nake.