2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encama şerê du mehan

Êrîşên ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin di meha 2’yemîn de ne. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî êrîşên ku du meh in didomin li Zap, Avaşîn û Metînayê 985 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, 3 helîkopter hatine xistin û tankek hatiye îmhakirin. Di nûçeyê de hat destnîşan kirin qadên ku behsa wan tê kirin 779 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.

‘Artêş asê ma ye’

Di nûçeya ku têkildarî encama pevçûnên di navbera 14’ê nîsan û 14’ê hezîranê de qewimîne, tê gotin ku Tirkiyeyê hemû çekên qedexekirî bikar anîne lê dîsa jî negihiştiye armanca xwe.

‘Li gelek herêman çalakiyên bi bandor hatin kirin’

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de 58 gerilayên HPG’ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane û hat gotin ku Qadên Parastinê yên Medyayê 2 hezar û 65 caran ji aliyê balafirên şer ve û hezar û 493 caran jî ji aliyê helîkopteran ve hatine bombekirin.