6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê bibin dengê heqîqetê

DFG û MGKP, li ber deriyê avahiya JINNEWS’ê ku polisan bi ser de girtibû ji bo rojnamegerên ku 7 roj in di bin çavan de tên ragirtin daxuyanî dan û gotin ku wê bibin dengê heqîqetê û daxwaza berdana girtiyên di bin çavan de kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP), ji bo 20 jê rojnameger 22 kesên ku polisan bi ser malên wan û cihên karê wan de girtibûn û ew binçav kiribûn li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li ber deriyê avahiya JINNEWS’ê ku polisan bi ser wê de jî girtibû daxuyanî dan. HDP, DBP, OHD, MEBYA-DER, TÛAY-DER, MED-DER, TJA, ÎHD, Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê û gelek nûnerên wan û rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên rojnamegerên binçavkirî û nivîsa “Hûnê nikaribin bêdeng bikin” li ser nivîsandî hat vekirin.

Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî berdevka MGKP’ê Roza Metîna û daxuyaniya tirkî jî Edîtora JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer xwend.

Daxuyaniya bi kurdî ya ji aliyê Metîna ve hat xwendin wiha ye:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şer ên li hundir û derve welêt ber bi kortalê ve dibe, ev demeke dirêje hewl dide her beşa civakê bi darê darazê bêdeng bike, biçewisîne û bitirsîne. Aliyên ku li dijî şer, tundî û zextan li berxwe didin, dike hedef. Rojnamegerên dibin dengê kesên li dijî şer, dengê aştîxwaz û azadîxwazan û polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dikin, li rastî zor û zextên desthilatdariyê tên.

Dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin

Herî dawî di 8’ê hezîranê de bi ser saziyên hempîşeyên me lê dixebitin de girtin. Di serdegirtinan de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Hevalên me yên rojnameger ev 7 roj in li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û hê jî em nizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Lê li gorî agahiyên emniyetê parve kirine, hempîşeyên me tenê ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin çavan de tên girtin. Li gel vê yekê, produksiyonên hevalên me lê dixebitin jî bi hinceta “Lêgerîn didome” hîn di bin dorpêça polîsan de ne. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Em ji vê yekê fam dikin ku armanca bingehîn a desthilatdariyê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bikin û naxwazin rojnameger bixebitin.

Êrîşên li dîjî jinan

Wekî tê zanîn di 8’ê hezîranê de bi ser bûroya JINNEWS’ê de jî girtin. JINNEWS, li dijî zimanê baviksalarî, zayendperest, milîtarîst û nîjadperest bi dirûşma ‘Em dinivîsînin bêyî ku bibêjin dê zilam çi bibêjin’ dest bi meşa xwe kir. Têkoşîna xwe li ser bingeha vê kevneşopiyê didomîne û tevî hemû zehmetiyan jî bû dengê jinên azad û dê vê yekê bidomîne. Ji bo ku ‘cînayetên polîtîk’ binixumînin û jinên azad bêdeng bikin, desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna jinan her roj bi êrîşeke nû  dixwaze xwe li ser lingan bigire. Bi vî awayî Rojnamegerên jin ên kurd dibin hedefa êrîşên piralî yên desthilatdariyê.

Ji dengê jinên azad ditirsin

Di operasyona 8’ê hezîranê de jî me dît ku deshtilatdarî ji ronahiya rastiyan ditirs e. Ditirse ku haya civakê ji heqîqetê çêbibe. Tehemûl nake ku kesek li dijî wan dengê xwe derxîne. Erê em baş pê dizanin ku faşîzm herî zêde ji dengê jinên azad ditirse. Kesên ku demekê bi hinceta ‘fîka bi kurdî’ dihatin darizandin xwe birêxistin kirin û dest bi xweîfadekirinê kirin. Çapemeniya Azad bêhiqûqiyên wan teşhîr kirin û bûn hedefa êrîşan. Navê rêxistinekê yan jî avadaniyekê hinceta operasyonên xwe û hewl dan rastiyan berevajî bikin. Ev rewş hîn jî berdewam dike. Lê tu şik û gumanên me tune ne û em armanca esasî ya van êrîşan wekî astenkirina xebatên rojnamegeriyê dibînin.

Hevalên me berdin

Hê jî gelek hempîşeyên me tên darizandin û gelek jî di girtîgehan de ne. Di hemû darizandinan de rojnamegerî weke sûc tê dîtin. Em baş dizanin bê ka armanca operasyona 8’ê hezîranê çi ye. Lewma em careke din dubare dibêjin ku hûn çiqas hewl bidin rojnamegeriya kurd krîmînalîze bikin û hûn çiqas zextan jî bikin, em ê heta dawiyê bibin dengê heqîqêt. Banga me ew e ku hemû hevalên me di zûtirin demê de bên berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.