4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê gefên tund li Libnanê xwarin

Serfermandarê Artêşa Israîlê Aviv Kochavi gefên tund li Libnanê xwarin. Balkêşe ku ev gefên Israîlê di dema serdana navbênkarê amerîkî Amos Holstein bo Libnanê de pêk hat. Li gorî nûçeyeke rojnameya Asharq Al Awsat  Amos Holstein ji bo nîqaşkirina nakokiyên dawî ên di navbera Libnan û Israîlê de li ser sînorên deryayî yê herdu welatan, serdana Libnanê dike.

Aviv Kochavi got ku artêşa welatê wî li ser 6 eniyên şer bi gefên mezin re rû bi rû ye û wiha berdewam kir: “Gefa herî mezin jî gefa nukleera Îranê ye, artêşa me bi sedan hedef destnîşan kiriye û ew hedef tev li Libnanê ne”

Kochavi gefa xwe wiha bewrdewam kir û got: “Em ê êrîşên gelekî mezin bikin lê beriya ku em wan hedefên destnîşankirî tune bikin em ê ji sivîlan bixwazin ku xwe dûrî wan deveran bikin.”