17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hêza’ cara 4’an bû belgefilma herî baş

Belgefilma derhêner Derya Denîz “Hêza” li Festîvala Filman a Navneteweyî ya “Film in Focus” a 4’an hêjayî xelatê hate dîtin.

Belgefilma Hêza, beriya niha li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgefilma herî baş, li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Drûkê ku li Bhûtan a li başûrê Asyayê, xelata serketinê, li Festîvala Xelatên Filman a Jinê ya Serbixwe ya Los Angelesê jî xelata belgefilma herî baş wergirtibû.

Bi xelata li Festîvala “Film in Focus” re Hêza xelata 4’an a belgefilma herî baş digire. Derhêner Derya Denîz got, ew van xelatan hemûyan diyarî gelê kurd, êzîdiyan û bi taybetî jî jinên Şengalê dike yên ku di rojên zor û zehmet de her tim li ber xwe didin.

Belgefilma Hêza wê tîrmeh û tebaxê jî li Îtalya, Portekîz, Almanya, Îsraîl, DYA û Ingilistanê li festîvalên navneteweyî bê nîşandan.