Li Erebistana Siûdî lûtkeyeke girîng pêk hat. Lûtke bi tevlêbûna Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Misrê Abdufetah El Sîsî, Serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî, Qralê Urdunê Abdulah El Sanî , Qralê Siûdiyê Mihemd Bin Selman û serokê welatên Kendavê pêk hat.
Peyamên girîng ên lîderên ku tev li vê lûtkeyê bûn ev bûn;
Joe Biden: “Dê Amerika li Rojhilata Navîn weke hevparekî çalak bimîne, tevgerên Îranê li herêmê bêaramiyê çêdikin. Em ê bi biryar tekoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin. Em ê tu caran nehêlin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.”
Mihemed Bin Selman: “Em bang li Îranê dikin ku hevkariyê bike û dest ji destwerdana karên welatên din berde.”
Abdufetah El Sîsî: “Cih ji çeteyan û alîgirên wan ên ku çek û mal ji wan re peyda dikin tune ye. Divê ji şer û pevçûnên li herêmê re sînorek were danîn. Ev şer û pevçûn gefa çalakbûna rêxistinên terorîst li hemû herêmê dike. Deriyê Misrê her dem ji bo diyalog û çareseriya aştiyane vekiriye.”
Abdullah El Sanî: “Bêyî çareserkirina pirsa Filistînê li herêmê tu caran aramî çênabe . Divê çareseriyeke mayînde ji pirsgirêka Filistînê re were dîtin. Divê welatên ereban hevkariyeke xurt bi hev re bikin da ku pirsgirêkên herêmê bi hevre çareser bikin.”
Mustefa El Kazimî: “Divê ku Stratejiyeke giştî ji bo têkoşîna li dijî terorê hebe. Iraqê herdem piştgirî li diyalogê dike da ku çekên nukleerî dûrî herêma Rojhilata Navîn bike.”