spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya MXDŞ’ê: Xweserî mafê êzidiyan e

Encamnameya 4’emîn a Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat gotin ku xweserî mafê êzidiyan e

Encamnameya kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23-24’ê tîrmehê de pêk hatibû, hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku cara yekemîn pêkhateyên ereb, şîa, mesîhî jî tev li kongreyê bûne û di meclisa nû de cih girtine.

Di encamnameyê de bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bikin. MXDŞ jî dê ji bo naskirina yasayî ya statuya Şengalê amadekariyan bike. Hewldanên belavkirina hêza Asayîşa Êzidxanê hatin redkirin û biryar hat girtin ku ji bo mezinkirina Asayîş, YBŞ/YJŞ’ê xebat werin zêdekirin.

Encamnameya bi sernava ‘Em Meclisa Gel Birêxistin Bikin, Xweseriya Şengalê Mîsoger Bikin’ ku ji saziyên ragihandinê re hatiye şandin, wiha ye:

“Beriya her tiştî şert û mercên siyasî, civakî û leşkerî yên ku kongre di nav de pêk hatiye, divê baş werin dîtin ku encamên kongreyê jî rast werin nirxandin. Niha li seranserê cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn hemû hêz plansaziya xwe ya serdema nû dikin. Ji ber ku Şerê Cîhanê ya 3’yemîn gihiştiye qonaxeke nû û herkes dixwaze di vê qonaxê de xeteriyên li ser hebûn an jî berjewendiyên xwe kêm bike, derfet û fersendan jî ji bo xwe birêxistin bike. Hêzeke wekî NATO’yê ku rêxistina şer a pergala kapîtalîst e, di nav vê salê de ji aliyê xwe ve gelek civîn li dar xistin. Di van civînan de rojev ji nû ve tanzîmkirina NATO’yê û hin saziyên navdewletî yên girêdayî pergala kapîtalîst bû. Li gor xwe plansaziyeke demdirêj dan ber xwe û niha di vê çarçoweyê de mudaxaleyê Rojhilata Navîn dikin. Li Îran, Sûriye û Israîlê hilbijartin çêbûn û hikûmetên nû bi plansaziyeke nû hatin ser kar. Niha li Iraqê jî pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye û xuya ye dê encamên vê hilbijartinê di dewleta Iraqê de jî hin guherîn û nûbûnan pêk bîne. Bi cewherî, ji hêzên navneteweyî heya hêzên herêmî, herkes li gor serdema nû hêza xwe ya rêveberiyê nû dike, plansaziyên demdirêj dide ber xwe û li gorî pêvajoya şer ku xuya ye dê demeke din jî berdewam bike, xwe amade dike.

Kongre hêzeke nû ya pêşeng ava kir

Di nav vê rewşê de Kongreya 4’emîn a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî dibe xwedî rol û risteke dîrokî ku li ser navê civaka êzidî û gelên herêmê, perspektîf, plansazî û hêzeke nû ya pêşeng ava bike. Ji ber ku Şerê 3’yemîn ê Cîhanê her ku diçe li Iraqê kûr û berfireh dibe û rewşa Şengalê ya li Iraqê jî xwedî ciheke stratejîk e. Dibe ku Şengal wekî coxrafyayek biçûk be lê bandora xwe di asta Iraqê de, heta di asta Rojhilata Navîn de ye. Ji ber vê yekê jî di demên dawî de êrîş, dorpêçkirin û hewldanên teslîmgirtina îradeya Şengalê zêde bûne. Her wiha nêzî salvegereke nû ya fermana 2014’an me ev kongre pêk anî. Wekî bersivdayîneke fermanê jî kongre xwedî girîngî û wateyeke xurt e. Di salvegera fermanê de û di nav dorpêçkirin û gefên êrîşê de kombûna îradeya civaka êzidî bersiveke dîrokî ye.

Li ser van esasan kongreya me di 23-24’ê Tîrmeha 2021’an de bi beşdariya 250 delege û 50 mêvanî pêk hat. Ji bo kongreya mezin ev demek e amadekarî dihatin kirin. Destpêkê li gundên Şengalê civînên amadekariya kongreyê hatin lidarxistin û hilbijartin çêbûn, li ser encamên van civînan me ev kongre pêk anî. Ji ber vê yekê, kongreya me di asteke bilind de îradeya gel temsîl kir û ev bû sedem ku kongre bi serkeftî encam bibe.

Xweserî mafê êzidiyan e

Di kongreyê de peyamên girîng hatin dayîn, nirxandinên girîng hatin kirin. Li ser vê jî biryarên ku pêşeroja me ronî dike hatin girtin. Xala herî esasî ya mohra xwe li kongreyê da, daxwaza Statuya Şengalê ango mîsogerkirina Xweseriya Şengalê bû. Di kongreyê de civaka êzidî ev peyam bi awayek xurt, zelal û jêbawer da dewleta Iraqê û hemû cîhanê ku xweserî mafê êzidiyan e, êzidî doza mafê xwe yê rewa dikin û ji îro pê ve çi dibe bila bibe dê rêveberiya xwe teslîmî tu kesî nekin. Li ser vê esasî em di serî de dewleta Iraqê bang li hemû cîhanê dikin ku êdî dem hatiye Xweseriya Şengalê were qebûlkirin. Bi taybet divê dewleta Iraqê zanibe Xweseriya Şengalê tu zirarê nade Iraqê, berevajî vê jiyana hevpar a gelan mîsoger dike û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Iraqê jî modeleke pêşkeş dike. Ev maf û derfet di destûra bingehîn a Iraqê û yasayan de jî heye. Divê Iraq ji Xweseriya Şengalê netirse, wekî çareseriyeke bingehîn rê li ber veke. Wekî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo statuya Şengalê di çarçoweya destûr û yasayan de pêk bê em ê jî amadekariyên pêwîst bikin.

9’ê Cotmehê fermaneke nû ye

Kongreya me bang li raya giştî û hemû hêzên navneteweyî jî dike ku îradeya Şengalê nas bikin, dest ji ferzkirina peymanên ku civaka êzidî temsîl nake û tahakkumê li ser îradeya wê dike, berdin. Kongreya me Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an wekî fermaneke nû ya di bin navê qanûnê de bi nav dike û car din radigihîne ku çareseriya ku îradeya êzidiyan nas nake, em jî nas nakin.

Asayîşa Êzîdxanê nayê belavkirin

Yek ji rojevên esasî ya nîqaş û peyamên kongreyê jî mijara berxwedan û xweparastinê bû. Em baş dizanin ku di nav şert û mercên Rojhilata Navîn de ku şereke bêeman tê meşandin, bêyî berxwedan û parastina cewherî ne mimkun e civaka êzidî hebûna xwe biparêze û xwe bigihîne pêşerojê. Hê jî gef û mêtirsiya fermanên nû li ser civaka me ye. Di  nav rastiyeke wisa de em nikarin parastina xwe teslîmî kes an jî derdorên cûda bikin. Fermana 2014’an îspata herî biêş a vê rastiyê ye û em rê nadin ku car din dubare bibe. Ji ber vê yekê di kongreyê de jî wekî biryar û helwesta civaka êzidî hat ragihandin ku hewldana dewleta Iraqê ku dixwaze Asayîşa Êzîdxanê belav bike bi tu şêwazî nayê qebûlkirin. Asayîşa Êzîdxanê wekî hêza ewlehiya hundirîn a Şengalê, girêdayî meclisa gel dê hebûna xwe biparêze. Ji bo mezinkirina YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê em ê wekî meclisa gel xebatên xwe xurttir bikin. Û em dixwazin car din diyar bikin ku yek ji erkên sereke ya hêzên YBŞ/YJŞ’ê, li hemberî hewldanên parçekirin û dagirkirina Iraqê parastina yekbûna axa Iraqê ye.

Ji dîlgirtina êzidiyan re êdî bes e

Mijareke din a esasî ku di kongreya me de wekî helwest û biryar derket pêş jî vegera civaka êzidî ya Şengalê ye. Niha bi sedhezaran êzidî yan li kampên di bin kontrola PDK’ê de tên girtin an jî li çar aliyê cîhanê belav bûne. Gelê me yê li kampan di rastiyê de dîl hatiye girtin. Em dibêjin ji dîlgirtina êzidiyan re êdî bes e. Em bi wesîleya kongreyê bang li gelê xwe dikin ku êdî vegerin ser axa pîroz. Civaka êzidî ne bi çûyîna Ewropayê encax bi vegera Şengalê dikare azad bibe. Li ser vê esasê em ê di dema pêş de hem ji bo vegera gelê xwe xebatên xwe xurt bikin hem jî li hemberî polîtîkayên dûrxistina êzidiyan ji Şengalê bi awayeke xurt têkoşînê bimeşînin.

Ereb, şîa û mesîhî jî tev li kongreyê bûn

Ev kongreya me di heman demê de kongreya berfirehbûn û xwe ji nû ve rêxistinkirinê ye. Pêşxistina tifaq û yekitiya civaka êzidî wekî yek ji karên me yên esasî ye. Li ser vê esasê em bang li hemû êzidiyan dikin ku di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de kom bibin û tev li têkoşîna azadkirina Êzîdxanê bibin. Ji bo rêveberiya Xweser a Şengalê temsîla gelê Şengalê tevahî bike em ê jî pêngaveke rêxistinkirina gel bidin destpêkirin. Wekî destpêka vê, me hejmara endamên meclisê zêde kirin û 111 kes wekî endamên nû hatin hilbijartin. Her wiha ji kongreyên demên borî cûdatir, di vê kongreyê de cara yekem bû ku gelên ereb, şîa û mesîhî jî beşdarî meclisê bûn. Ev jî gaveke girîng û dîrokî ye ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê dibin. Bi vî rengî Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê dibe modeleke xurt.

Ferman wekî jenosîd were qebûlkirin

Yek jî peyam û biryarên bingehîn a kongreyî jî ew e ku fermana li ser êzidiyan li hemû cîhanê wekî jenosîde (qirkirin) were qebûlkirin. Ji bo vê jî em ê di qada navneteweyî de kampanyayek berfireh û pêngaveke dîplomatîk bidin destpêkirin. Her wiha banga me ji hemû cîhanê re ew e ku li gel biryara jenosîdê, biryara qebûlkirina statuya Şengalê jî bidin.

Em ê Xweseriya Şengalê mîsoger bikin

Di encama 2 salên bi berxwedan û kedeke mezin de me ev kongre pêk anî. Beguman di dema borî de li gel kar û xebatên hatine meşandin, kêmasiyên me jî derketin holê. Bi taybet di yekbûna xebatan a di bin banê meclisê de kêmasî derketin. Cardin me nekarî pergala xweseriyê di her milî de bidin rûniştandin û li ser vê bingehê xebateke berfirehbûnê pêş bixin. Dîsa di pêşwazîkirina pêvajoyê de kêm û kurtî derketin holê. Li ser esasê tespît û rexnedana van kêmasiyan em gihîştin biryar û îradeyeke zelal. Cardin di kongreyê de meclis ji nû ve hat hilbijartin, hevserok û du cîgirên meclisê hatin hilbijartin. Di encama hilbijartina meclisê de hevserokên Desteya Rêvebir û 3 cîgirên wan hatin hilbijartin. Bi giştî, rêveberiyeke nû ya bi daxwaz û îdia dest bi pêvajoya nû kir. Em bawer in bi hêzdayîna gelê me jî em ê hemû kêmasiyên xwe derbas bikin û di dema pêş de azadî û Xweseriya Şengalê mîsoger bikin.” ŞENGAL