spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhej-jiyanhej

Jiyan û rûyê erdê, rûy-î zemîn. Jiyan hebûna ben-î rihm, yanî ya jîndaran e, helbet jiyana bêgiyanan jî heye lê em qala xwedî giyanan dikin, bi rastî tiştekî bêgiyan tune ye lê niha ne cê wê niqaşê ye. Ew jî berhemên derdora xwe, yanî berhemên erdnîgariya xwe ne.

Mirov jî yek ji giyandaran e û ew jî pir an kêm berhemê derdora xwe ye û zanîn, têgihîştina wê/î vê encamê diyar dike.

Hilbet jiyana mirov jî têkildarî zanîna wê/î ye û ev zanîn piralî, xwezayî û mirovane ye. Weke camêrek dibêje; “divê tu jiyanê bi tevahiya wê fêhm bikî, ne bi tenê aliyekî wê, ne bi tenê aliyekî wê yê biçûk. A va ji ber vêna divê tu pir bixwînî, li asîman binêrî, bistrêyî, govend bigirî, helbestan binivîsî, êşê bikşînî û fêhmker û xweşbîn bî. A va jiyan ev tev in.”

Di vê mebestê de balkêşanek heye û dibe ku mirov firehtir jî binirxîne.

Dixwazim pêşî balê bikişînim ser warê ku mirov lê dijî yanî erdnîgariyê. Weke tê zanîn erdnîgarî, sererd, binerd û ava ku dunyayê pêk tîne ye. Ez ê dirêj nekim; welatê me Kurdistan jî parçeyek ji erdngariya vê dinyê ye û li Rojhilata Navîn e. Çiya, deşt, berî, çem û robar ayidî wê ne jî. Mirov li gorî van ciyên, warên ku lê dijî teşe digire, hîn dibe, dijî û paşê bandorê li ser erdnîgariyê jî dike, çi çê, çi xirab. Îca warê me yê di navbera Toros-Zaxros de çiya ye û ava Umana Hîndê her Çola Erebîstan dide ber pêlan û ev pêl jî ciyê welatê me diafirînin û her ji çend hezarsalan jî ciyê ku pêl lê dixe dişkê û erdhej çê dibe, ev rewş zêdetirîn di binê erdê de rû dide û sererdê wêran dike. Hilbet vê rewşa bandorek mezin, çi erênî, çi neyînî li ser jiyana me dike. Vê erdheja dawîn jî şanî da ku rewşa Kurdistan û Enedolê ji van şikestinan neyînî bandorê digire.

Lê zanistî pêşve çûye û mirov dikare tevdîra xwe bigire, ji şikestina dûr û avahiyên ku dikarin xira nebin jî ava bike. Lê rewşa siyasi-aborî-desthilatdarî zêde derfetên qenc pêk nayne. Ku desthiltadarî ji aliyê gel ve bê sazkirin ew ê dilêşî ne ew qas zêde û rûxandin jî dê ew qas ne bi xetere be.

Va li holê ye ku erdhejê jiyana me hejandiye û rûxandiye, psîkolojiya kes û civakê serobin kiriye. Îca dixwazim jiyanê girêdayî vê rewşê binirxînim.

Hilbet kêm û zêdayî hene. Afirîna candar a beşa lawir û mirovan bi du teşeyan pêk tê, belkî bi şêweyekê ya riwekan jî wek vê rewşê ye; Ba û zayîn.

Ba-Bav-Baba yek ji afirînê hêkê ye, aliyê nêr dinimîne. Hilbet afirîna bingêhîn mê yanî dê ye. Dê jî ji “dayin”ê tê, ew her diafirîne û dide; şîr dide, jiyanê dide.

Menî, yanî ava pişta mêr jî yek ji afirînê çêlikê ye û mê-dê afirîna bingehîn e, ma ne menî(av-dilopa xwînê) jî digihê hêka dayikê.

Ba hêkê, zayîn çêlikê diyarî jiyanê dikin.

Hilbet lêhûrbûn gelek zanînan derdixe holê, lê ez ê bi ser de herim.

Gelek çand û bawerî zêde “hêk”ê derdixin pêş û mantiq û felsefeya zimên jî ketiyê bin vê bandorê. Bawerî, mîtolojî bi vî şeklî pêşde diçin û girêdayîna xweza û jiyanê jî pê tê fêhmkirin.

Weke tê zanîn zimanê kurdî û felsefeya civakaarî-kurdî jiyan nêr û mêr dipejirîne û ev li rastiya jiyanê rûdinê û ji xwezayê sûdwerdigire û bi xwezayê re jî guncan e, tê rûniştin. Baweriya me kurdan jî li ser vê zanînê rûniştiye. Asîman-ewr nêr e, baran ava mê ye û erdê, xwezayê ducanî dike. Dîsa ba dibe sedema çêbûna hêkê ku ev jî ducanî û zêdebûnê re amade ye. Dînê me yê herî kevn mîtrayî- zerdûştî ku bingeha gelek baweriyên îroyîn; weke ezdayetî-elewîtî, li ser van zanînan raweyenî balkêş in. Îca bav-babatî-pîrtî berhema vê baweriyê ye û bandor li gelek baweriyên din jî kiriye û rengxwezayî ye. Dê-da-dayik jî wisa.

Dixwazim bibêjim ku têkiliya erdnîgarî-xweza, jiyan, çand û ziman diyalektîkek candar û jiyanî ye. Aborî, siyaset, rêveberî bi vê diyalektîkê bimeşe ew ê xweşî, bextewarî zêdetirîn para mirovan be. Ku rast bê fêhmkirin û li gorî wê jiyan bê rêxistinkirin dê jiyaneke bi xwezayê re guncav derkeve holê.

Na, ku li gorî berjewendiya serdest-kedxwaran(sermayedarî) bê rêvebirin encam xetere, felaket, alozî û dilêşî ye. Lewra ew bi tenê “kar”ê difikirin, ew fikir jî li ser nezanî, çavkorî, cahilî û dûrî zanist-xwezayê hatiye avakirin. Dê serdest bibêjin “de ev qeder e!”

Erdhej îro bûye jiyanhej. Jiyan serobino ye lê şitlên jiyana azad jî serî didin.

Îroya ku em dijîn tofana encama berjewendiyên serdest-mêtinger-kedxwaran e.

Dê mirov, civak xwe bi rastiyan re na bi dia û nifiran bigire û enînivîsek bêhêvî derkeve holê ku îro rewş ev e.

Lê mirov, jiyan xweza, gerdûn ne liyaqî vê rewşê ye.

Jiyan li hêviya azadiya raman û têkiliya xwezayê ya rastîn, li hêviya têkiliya dê û zar û zêçên xwe yên azad, berhemdar û bêxtexwar e ku ev di çand-ziman û dîrokê de di ya me de veşartiye. Lêgerîna azad a heqîqetê, ya rastiyê ev e ku serdest pir jê ditirsin! Bila erdhej êdî nebin jiyanhej! Bila Newroz bibe dermanê derdan.