21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li dijî balafirgeha Helebê peyameke ji bo rejîma Esed

Serokê Komîteya Karên Derve yê Parlamentoya Îsraîlê Ram Ben Barak ragihand ku êrîşa  li ser balafirgeha Helebê li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Barak got ku ew êrîş peyameke zelal e ji rejîma Serokê Sûriyê Beşar El-Esed re. Ev nameyeke zelal e ji Esed re ku heke ew xizmeta terorê bike dê ew yek zirareke mezin bide berjewendiyên Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê doh bi şev êrîşek li dijî balafirgeha Helebê pêk hatibû û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin û êriş bûye sedema ku balafirgeh ji xizmetê derkeve.

Ben Barak di berdewamiya daxuyaniya xwe de, behsa alîkariya çekan a ji bo milîsên Îranê kiriye û gef li rejîma Esed xwariye û wiha gotiye: “Heke tevgera hewayî ya Sûriyeyê ji bo balafirên ku xizmeta terorê dikin vekirî bimîne, ew dê zirareke mezin li hemû tevgera ezmanî ya Sûriyeyê  bike.”