4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 şervanên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan   

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê şevê din a li dijî şaneyeke DAIŞ`ê de li beşa 5’an a kampa Holê 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya xwe de HSD’ê diyar kir li kampa Holê çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên wan êrîş pêk anîne û ev agahî dan: “Şevê din di şerê li dijî şaneyeke çekdar a DAIŞ`ê de ku cilên jinan li xwe kiribûn, li beşa 5`an a kampa Holê de 2 şervanên me ku bi giranî birîndar bûbûn, şehîd bûn. Şaneyeke terorîst a çeteyên DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk dihat û 2 jê jin in, hewl dan ji kampê birevin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya hêzên me destwerdan kir da ku rê li wan bigire. Şaneya terorîst piştî ku hat dorpêçkirin, gule li hêzên me reşandin. Hêzên me jî bersiv dan. Di encama şer de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn, hat kuştin û 2 jê jin, 6 çeteyên din hatin girtin. Her wiha 2 çekên AK-47 û rexteke teqemeniyê hatin desteserkirin.”

Wê desteka wan berdewam bike

Di dawiya daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku heta çeteyên DAIŞ’ê di nava kampa Holê de xelsa bibin wê operasyonên wan berdewam bikin û got: “Hêzên me ku destekê didin Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, careke din diyar dikin ku ew ê desteka pêwîst ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn berdewam bikin da ku armancên pêngavê pêk werin û niştecihên kampê ji bela û terora endamên şaneyên DAIŞ`ê xilas bibin.”

Hat zanîn ku Navenda Ragihandinê ya HSD`ê dê piştre nasnameyên her du şervanan parve bike.