17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elizabeth a Duyem koça dawî kir Charles Philip bû şahê nû

Şaha Brîtanyayê Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de koça dawî kir û kurê wê Charles Philip Arthur George yê 73 salî kursiyê qraliyetê wergirt û bû Şahê nû yê vî welatî.

Koşka Buckinghamê doh  8’ê îlonê ragihand ku Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan li ser textê qraliyetê ma koça dawî kir.

Elizabeth di dîroka Keyaniya Brîtanyayê de dema herî dirêj xizmet kir, lê demeke dirêj e ku tenduristiya wê ne baş bû.

Charles Philip Arthur George, bû Şahê Brîtanya û 14 welatên din ên ku di nav de Awusturalya, Kanada û Zelanda Nû jî hene.

Elizabeth di 21’ê Nîsana 1926’an de li Londonê ji dayik bûbû. piştî mirina bavê xwe di sala 1952’an de, di 6’ê Sibata wê salê de bû Şaha Keyaniya Yekbûyî.