7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa nijadperest: Ne êrîşkar, şoforê wesayîtê hat binçavkirin

Komek nijadperest êrîşî wesayîta anonsa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kir û endamê partiyê Kamûran Guneş birîndar kir. Polîs li şûna ku êrîşkaran bike binçavan, Guneş kir binçavan.

Li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê duh di saetên nîvro de komeke nijadperestan êrîşî wesayîta anonsa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kir. Êrîş li taxa Îslambey pêk hat û di êrîşê de şoforê wesayîtê Kamûran Guneşê endamê partiyê birîndar bû. Hat zanîn ku bi tevir û bêran li Guneş xistin. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan. Guneşê birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavûtkoyê.

Rapora nedan

Piştî bûyer hat bihîstin Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Navçeya Arnavûtkoyê Yavûz Kahraman û şandeya pê re çûn nexweşxaneyê. Xebatkarê nexweşxaneyê got ku kesekî bi navê Kamûran Guneş neanîne nexweşxaneyê. Li ser israra şandeyê rayedarên nexweşxaneyê diyar kir ku polîsan Guneş ji nexweşxaneyê derxistiye û biriye qereqolê. Guneş bi awayek birîndar li qereqolê hatiye ragirtin û hat zanîn ku nexweşxaneyê rapora lêdanê nedayê. Tê payîn ku piştî karûbarên li emniyete Guneş bibin Edliyeya Gazîosmanpaşayê.