spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo propaganda AKP’ê Qeyûm, walî û qeymeqam li qadan e

Qeyûmê Şaredariyê, walî û qeyûmê tayînî şaredariyên navçeyan a Mêrdînê ji bo propaganda AKP’ê bikin li gel namzet û rêvebrên AKP’ê mal bi mal li dengan digerin.

Di 14’ê Gulanê de dê hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê bên kirin. Li Mêrdînê jî 6 parlamenter hene. Di serdema 27’emîn de HDP’ê 4 parlamenter û AKP’ê jî 2 parlamenter li Mêrdînê bi dest xistibûn. AKP beriya hilbijartinê ketiye tengaviyê. Hema bêje namzetên AKP’ê nikarin derkevin qadê û ji xelkê dengan bixwazin. Li hin deverên diçinê jî bi nerazîbûna xelkê re rûbirû dimînin. Namzetên AKP’ê ku nikarin bi tena serê xwe biçin dengan ji xelkê bixwazin, Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin û qeymeqamên ku wek qeyûmên tayînî şaredariyên navçeyan hatine kirin li gel xwe dibin xwestina dengan.

Qeyûm ji bo Akp’ê civînên gel li dar dixe

Qeyûm û walî Mahmût Demîrtaş, qeymeqamê Artûklûyê Mesût Tabakcioglû li gel rêveber û namzetên AKP’ê li taxan digerin û ji xelkê dengan dixwazin. Qeyûm Demîrtaş û şandeya li gel xwe di çarçoveya bernameya 29-30’ê nîsanê de li gelek taxan tev li civînên gel bûn.

Hat îdiakirin ku di civînên gel de li pirsgirêkên şêniyên taxan hatiye guhdarkirin û ji welatiyan xwestine ku di 14’ê Gulanê de dengên xwe bidin namzetê serokkomariyê yê AKP’yî Tayyîp Erdogan û namzetên parlamenteriyê yên AKP’ê.

Mehmet Vejdîn Kahraman ê ku ji AKP’ê veqetiyaye, niha jî li Mêrdînê bûye namzetê serbixwe û xebatên xwe didomîne. Qeyûm Demîrtaş xebatên Kahraman jî ji nêz ve dişopîne û balkêşe ku bi kesên ku Kahrman hevdîtin li gel wan kiriye re û dê destekê bidinê re hevdîtin kiriye. Qeyûm Demîrtaş têkildarî hevdîtina ku kiriye wêne li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kiriye.

Banga ku xelk dengê xwe bidin AKP’ê dikin

Her wiha qeyûm û qeymeqamên navçeyan jî li gel rêveberên AKP’ê serdana tax û gundan dikin. Di serdanan de qeyûm û qeymeqam banga ku xelk dengê xwe bide AKP’ê dikin û di her serdan û civînê de propaganda AKP’ê dikin.