4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandina faşîzmê di destê me de ye

Ji bo têkbirina faşîzmê ne dengek bedelên giran dê pêwist bin. Ji bo wê divê her kurdek ji xwe re û ji derdora xwe re bêje, “here ser karê hilbijartinê, here ser sindoqan û îradeya xwe, dengên xwe biparêz e

Ji bo hilbijartinan demeke kin ma. Qasî dem kin dibe, faşîzma tirk jî ew qas har dibe.  Ji ber ku plana wan ew bû Tevgera Azadiyê tune bikin û pêvajoya tevkujiya gelê kurd temam bikin. Ligel hemû êrîş, girtin, kuştin û komkujiyan jî nikaribûn vê plana xwe ya hovane pêk bînin. Li hemberî berxwedana gelê kurd hatin asta têkçûnê. Hilbijartin ji bo faşîzma tirk tê wateya man û nemanê. Ji bo wê heta hilbijratinê dê hemû êrîşên ji destê wan tê, bidomînin.

Êrîşa tevkujiya siyasî ya çend roj berî niha li hemberî sazî, dezgeh û partiyên kurdan pêk anî jî parçeyekî vê stratejiya faşîzma tirk e. Faşîzmê bi vê êrîşa binçavkirin û girtinê sê lingên stratejiya hilbijartinê ya Partiya Çepkên Kesk hedef girt. Yek xebatkarên rêxistinkirinê yên Partiya Çepên Kesk hedef girt. Bi vî awayî xwest ku xebatên rêxistinkirinê yên hilbijartinê bixitimîne. Hesab dike ku bi vê êrîşê kesên pêşengiya pêvajoyê dikin, li qadan xebatan araste dikin û gora faşîzma tirk dikolin, derveyî pêvajoyê bihêle.

Aliyekî din ê xwest têk bibe jî çapemeniya azad e. Faşîzma tirk hemû çapemeniya tirk girtiye bin nîrê xwe. Çapemeniya ku ligel hemû êrîşan jî nekarî rawestîne, dîl bigire û serederî lê bike, çapemeniya azad e. Ligel hemû dijwariyan jî çapemeniya azad hemû qirêjiyên faşîzma tirk, dizî û talana wan; pêkanînên wan ên fihuş, rişwet û mafyayê raxistin ber çavan. Li hemberî berxwedan û têkoşîna çapemeniya azad neçar ma. Bi vê êrîşê hewil dide ku derbe li çapemeniya azad bixe û qirêjiyên xwe ji civakê û gelan veşêre. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya me Xwebûnê Qedrî Esen û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Adurrahman Gok jî di nav de binçavkirina rojnamegerên kurd ev e. Pê re dîsa dewamkirina êrîşên li dijî çapemeniya azad a ku di pêla duduyan de hevseroka DGF Dîcle Mûftûoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz jî tê de hene vê rastiya dipeyitîne.

Hedefa faşîzma tirk a sêyemîn jî ewlehiya hilbijartin û sindoqan e. Ji ber ku parêzerên kurd ên di bin banê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) hatine cem hev amadekariyên parastina sindoqan û ewlehiya hilbijartinê dikirin. Roja hilbijartinê dê li ser sindoqan wezîfe bigirtina û destûr nedana diziyên faşîzma tirk. Bi vê êrîşê faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze ku amaderakiyên parastina sindoqan vala derxe û roja hilbijartinê li gorî dilê xwe dengên gelê kurd biguherîne. Ji bo wê pîvanên hiqûqî û gerdûnî li aliyekê, tu pîvanên exlaqî jî nas nake.

Rojnameger, dadmend, siyasetmedar, zimanzan û zimanparêzên gelê kurd di bin çavan de helwestek şoreşgerî nîşan dan û daxuyandin ku li hemberî faşîzmê tu carî serî natewînin. Dek û dolabên faşîzmê bi sekna xwe vala derxistin. Hewldana faşîzmê ya tirsandina hilbijêran di qirika faşîzmê de hiştin. Destûr nedan ku Wezîrê Karên Hundir Soylu bi vê êrîşê hamasetê bike û bigihe armanca xwe. Sekna heşt sal in li hemberî faşîzmê tê dayîn û faşîzm anî asta têkçûnê cardin nîşanî dost û dijminan dan. Ji bo wê heta niha beşek ji wan hatin girtin.

Lê niyeta faşîzmê nîne ku vê peyamê bibîne. Ji ber ku tîr ji kivanê derketiye. An gelê kurd wê li ser piyan bimîne yan jî faşîzma tirk. Riyeke din nîn e. Ji bo wê dê van êrîşên xwe heta roja têk biçin, dewam bikin. Dizanin ku têkçûna wan di heman demê de destpêka jêkirina serê wan e. Bi awayekî bêhivî dê di her alî de êrîş bikin û hewl bidin ku di hilbijartinê de li ser kar bimînin. Ji bo vê tu êrîş û bêexlaqiyeke nekin tune ye. Ji girtinê bigire heta astengkirina xebatên Partiya Çepên Kesk, sazî dezgehên kurdan dê hemû riyan biceribînin.

Lê divê peyama esasî gelê kurd, sazî û dezgehên kurdan bigirin. Ji bo têkçûna faşîzmê di van heşt salên dawiyê de têkoşîneke mezin û berxwedaneke destanî hate dayîn. Bedelên giran hatin dayîn. Faşîzm hate asta têkçûnê. Divê ev ked û bedelên hatine dayîn bi serkeftinê tacîdar bibin. Nexwe di her alî de em dê cardin vegerin serî. Faşîzm cardin li ser kar bimîne dê êrîşên xwe zêdetir bike û hewl bide komkujiya gelê kurd temam bike. Em dê bi neçarî cardin bedelên giran bidin. Ji bo vê divê teqez gelê kurd destûr nede ku faşîzm cardin serê xwe rake, nefes bigire û pişta xwe rast bike. Di vê hilbijartinê de çi bike divê bike û faşîzmê bifetisîne.

Derfetên têkbirin û tunekirina faşîzma tirk di ecama têkoşîna me ya heşt salan de derkete holê. Faşîzm hatiye rewşek wisa bi dengekî dikare bê têkbirin. Belê tenê bi dengekî dikare bê têkbirin. Pêwist e ev du hefteyan pir baş bên bikaranîn. Her kes neçare karê xwe dayne aliyekê û tev li xebatên hilbijartinê bibe. Du hefteyan hemû karên me dikarin bisekinin. Tu tişt ji ewlehiya canê gelê me, ziman, nasname, çand û welatê me girîngtir nîn e. Pêşiyê divê em faşîzma tirk a dixwaze me tune bike, têk bibin. Ji bo vê kar û barên keseyî hefteyek an jî du hefte dikare bisekinin.

Pêvajo û firsetên li pêşiya me seferberiyê li ser her kurdekê/î ferz dike. Ku faşîzm hilbijartinê winda neke, talûkeyên mezin li pêşiya me ne. Ev talûke jî li ser her kurdekê/î ferz dike ku du hefteyan her karî bide aliyekê û ji bo hilbijartinê bixebite. Piştre her kes dikare bi awayekî rihektir kar û barên xwe bike. Divê neyê ji bîrkirin ku qasî faşîzma AKP-MHP’ê li ser kar be, ewlehiya can û malê tu kurdan tune ye. Kujerên di bin navê hêzên ewlehiyê de amade kirine, di pergala niha de dikarin canê her kurdekê bigirin û tu ceza li wan neyê birîn. Dikarin dest daynin ser malê her kurdekê/î û tu kes jî nikare wan asteng bike.

Ji bo ewlehiya can û malê xwe pêwist e her kurdek van du hefteyên pêşiya me baş bikarbîne. Cîran, xizm, nas û derdora xwe şiyar bike. Kesên di xewa giran dane û hêj li derdora faşîzma tirk disekinin, îkna bike û rastiyê nîşan bide. Roja hilbijartinê herkesî bibe ser sindoqan û her wiha sindoqan jî biparêze. Pêwist e kes nebêje, “ma ji dengekî çi derdikeve” û xemsariyê neke. Ji ber ku gelek kes wisa dibêjin û naçin ser sindoqan. Li Kurdistanê ji sedî 25’ê hilbijiran naçin ser sindoqan. Ev yek tê wateya ji sedî 5’ê dengên li tevahiya bakurê Kurdistanê Tirkiyeyê. Tevahiya van jî ji kesên, “ma ji dengekî çi derdikeve” pêk tê.

Ji bîr nekin dengek dikare pêşiya girtina kurdekê bigire, dengek dikare qetilkirina ciwanekî/e kurd asteng bike, dengek dikare mal û canê kurdekê/î rizgar bike, dengek dikare zimanê me, çanda me, nasname û welatê me biparêze. Berevajî vê yekê nedayîna dengekê jî dikare bibe sedema girtin û kuştina kurdan; desteserkirin, dizîn û talankirina malê kurdan. Nedayîna dengekî dikare pêşiya qaspkirina îradeya gelê kurd veke, me xizantir bike. Dengek dikare êrîşên li ser Rojava û Başûr asteng jî bike, dikare pêşiyê li van êrîşan jî veke.

Ji bo azadkirina bi hezaran xwîşk, bira, dayik û bavên me yên li zindanan, ji bo piştgiriya keç û xortên li qadên azadiyê li ber xwe didin, ji bo astengkirina bombebaranên li ser Qamişlo, Kobanê, Şengal, Dihok û Mexmûrê; ji bo tolgirtina Efrîn û Serêkaniyê du hefteyan me teva kar û barên xwe daynin aliyekî û sefer ber bibin. Ku em di van du hefteyan de derdora xwe hişyar bikin, tev li miting û xebatên Partiya Çepên Kesk bibin, êvaran broşûr, afîş û alên wan li malan belav bikin, em dikarin ji faşîzma tirk hesabekî mezin bipirsin.

Ji bîr nekin du hefte piştre dê ev şansê me tune be. Ji bo têkbirina faşîzmê ne dengek bedelên giran dê pêwist bin. Ji bo wê divê her kurdek ji xwe re û ji derdora xwe re bêje, “here ser karê hilbijartinê, here ser sindoqan, bibe ser sindoqan û îradeya xwe, dengên xwe biparêz e”. Piştre poşmanî, ax, wax û xwezî kêrî tiştek nayên. Heval û hogirên me, ziman, çand, nasname û welatê me li benda hewldana me ye. Başûr, Rojava û Rojhilat li benda serkeftina me ne.