7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên kurdan êrîşên PDK’ê li Silopiyayê şermezar kirin

Di pêşengtiya KCD’ê û DBP’ê de êrîşên PDK’ê li navçeya Silopiyayê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Koma dest bi meşê kir, rastî êrîşa leşker û polîsan hat

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên PDK’ê yên li Herêma Kurdistanê meşek tê lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED-TUHAD-FED), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatî tev li meşê bûn.

Welatiyên ji navçe û bajarên derdorê hatin, li noqteya ku di têketina bajarok de hat avakirin ji GBT’ê re hatin derbaskirin. Bi sedan kesên pankarta “Em xiyanetê qebûl nakin, em ê destkeftiyên xwe biparêzin” vekirin bi dirûşmeya “Bimre xiyanet” ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan. Koma dest bi meşê kir, rastî êrîşa leşker û polîsan hat. Di êrîşa bi ava şid a ji TOMA’yan hate avêtin de gelek kes birîndar bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Piştî êrîşan girse careke din di nava kolanan de hate ba hev. Polîs û leşkeran vê carê di dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diaxivî de, bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.