Li navçeya Peyas a Amedê, mêrê bi navê A. Altan jina 31 salî Ayşe Altan a ji wî xwest ku hev berdin qetil kir. Cenazeyê Ayşe Altanê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Kujerê Ayşe Altan, hat binçavkirin û ew birin miduriyeta polîsan.
Ayşe Altan 3 meh berê xwestibû dest ji hev berdin. Ayşe Altan li gel malbata xwe dima. Hate diyarkirin ku kujer şevê din Ayşe Altan bi hinceta pê re biaxive ji mala malbata wê biriye mala xwe û qetil kiriye.