13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Wan, Stenbol, Amed û Îranê ji bo Jîna Emînî meşiyan

Bi hezaran jin li gelek bajaran ji bo bîranîna Jîna Emînî daketin qadan û gotin “Jin Jiyan Azadî”

Bi hezaran jin, bi minasebeta salvegera qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li gelek bajarên Îranê, Stenbol, Wan, Amed û gelek navenden din daketin qadan û rejîma Îrane şermezar kirin. Jinan pankarten “Jin Jiyan Azadî” vekirin u weneyê Jîna Emînî rakirin

 Îran

Gelê Îranê di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê dewriyeyên Gaş e Îrşad ve hat qetilkirin, daket kuçeyan. Li Seqiz, Sanandaj, Urmiye û Belucistanê û Sistanê gel daket kuçeyan. Rejîmê jî hem di malpera xwe ya fermî hem jî bi SMS’yan gef li gel xwarin ku danekeve kolanan. Di gelek dîmenan de ku li ser medyaya sanal hatine belavkirin gel dirûşmeyên “Bimre dîktator” berz dikin. Her wiha kuçeyên Sanandajê bi konteynerên çopan hatin girtin.

Li gor agahiyên bi dest ketin rejîmê li Taxa Barî Shilanan a MAhabadê êrişî xwepêşandêran kir. Di êrişan de ku çek hatin bikaranîn, welatiyek birîndar bû.

Leşker û artêş li seranserê welêt gelek kes binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin navê hin kesan wiha ye: Arman Sohrabî, Jabar Mahmoûdî û Mohammad Moradînejad hat tespîtkirin.

Hat hînkirin ku li Seqizê jî Fardîn Jafarî ji serê xwe birîndar bû. Hat ragihandin ku Jafarî rakirine nexweşxaneyê û birîna wî xedar e.

Wan

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi minasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Wanê, rêxistinên DBP û HDP’yê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Saziyên civakî yên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Parka Dabaogluyê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve” û lolîpopên wêneyên ku Jîna Emînî li ser bûn hatin bilindkirin. Bi hinceta qedexeya walîtiyê ya li bajêr polîsan destûr nedan ku jin bên cem hevdû. Bi dehan polîs, hêzên çewîk, TOMA, maşîneyên zirxî girse dorpêç kirin. Lê belê jinan dorpêç derbas kirin û hatin qadê. Li dijî astengiyan jinan dirûşmeyên “Zeng Zendegi Azadî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Zext nikarin me bidin sekinandin”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaatê nakin” û “Girtiyên siyasî nirxên me ne” berz kirin û serî rakirin.

Piştî muzakereyê daxuyanî hat dayîn û li ser navê jinan Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan, anî ziman ku bi pêşengiya jinan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” derketiye holê û veguheriye “felsefeya jiyanê.” Gulcan, wiha pê de çû: “Lê belê mixabin em li ser vê xakê dema dengê xwe derdixin me dorpêç dikin. Di şexsê Jîna Emînî de çawa ku jinan rejîma Mollayê hejand, desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi pêşengiya jinên kurd û tirk wê bê hilweşandin.”

Banga ji bo kampanyaya 6 mehan

Gulcan, da zanîn ku TJA’yê duh li Rihayê starta xwe ya 6 mehan daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li jinên Tirkiye û hemû jinên dinê dikim; Em hêzê bidin kampanyaya xwe û dengê têkoşînê bigihînin cihê herî bilind.”

Girse ber bi HDP’ê ve meşiya

Piştî daxuyaniyê girse kom bi kom hat belavkirin. Girse piştre li kolana Ezberciyan hat cem hevdû û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve meşiya. Li vir jî polîsan xwestin girseyê astenge bikin, lê belê jinan astengî nas nekir.

Stenbol

Gelek rêxistinên jinan ên bi bangawaziya Koma Ozgurluk Azadî Freedomê li hev kom bûn, di salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi dirûşmeya “Em ji bo Mahsa Jîna Emîniyê li her derê azadiyê dihûnin” li ber Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Em bi porê Jîna Emîniyê azadiyê dibînin” hat vekirin. Parlementerên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê Ozgul Sakî, Çîçek Otlu, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê ji ber ku hejmar zzêde bû nehat hiştin jinên îranî biçin qad û demeke dirêj li derve hatin sekinandin. Jinan ev yek protetso kir û daxuyanî nedan. Jinan heya ber deriyê derketinê bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” meşiyan. Jin demeke dirêj li ber deriyê derketinê li ber xwe dan. PIştî ku hat hiştin jinên îranî têkevin qadê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Ruya Kurtuluş û Şenay Kumuz ve hat xwendin.

Ruyayê diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” li her derê cîhanê belav bûye û got ku jinên di hemû qadên jiyanê de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane bi daxwazên xwe daketine qadan. Ruyayê bi lêv kir ku jin tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin kirine û got: “Em jî ji bo silavê bidin berxwedana li Îranê û piştevaniya xwe ya ji bo jinên îranî bidin der li Tirkiyeyê daketin kuçeyan. Îro em careke din li cem hev in. Em ê li Îranê û li Tirkiyeyê û li her derî li dijî dîktatoran bibêjin azadî.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tekane rêya azadiyê têkoşîna hevpar e. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Amed

Tora Têkoşîna li dijî Tûndiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP’ê  li Qada Deriyê Çiyê  bi wesîleya salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek da. Parlamentera Partiy aÇep a Kesk a Amedê  Halîde Turkgolu, aktîvîstên TJa’yê û  hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy tevli bû.

Rêvebera MEDTUHAD FED’ê Safiye Akdag daxuyanî xwend û Jîna Emînî bibîr anî û da zanîn ku got wê jinên Kurd jiyanek wekhev, azad û demokratîk pêşkêşî jinên Rojhilata navîn û gelan bike.

Safiyeyê her wiha di daxuyaniyê de da zanîn ku divê hemû jin bi hv re ala azadiyê bilkind bikin û li her derê cîhanê bi hev re têbikoşin.

Halîde Turkoglu jî balkişand ser berxwedana jinan û got hemû jinên cîhanê xwedî li vê têkoşînê derdikevin û li dijî serdestiya mêr têkoşînê bilind bikin. Halîdeyê bi lêv kir ku wê têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin.

Çalaki bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.