3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne şenyaşar ji nexweşxaneyê derxistin

Emîne Şenyaşar a li nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji nexweşxaneyê derxistin û şandin Rihayê. Şenyaşar ji ber pirsgirêka nexweşiyê heta 6’ê cotmehê navberê da Nobeda Edaletê

Emîne Şenyaşar a ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li edaletê digere hefteyek berê ji çongên xwe emeliyat bûbû. Emîne Şenyaşar ji ber emeliyatê û rewşa tenduristiya xwe neçar ma ku di roja 49’emîn a Nobeda Edaletê de ya li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin navber da. Şenyaşar a li nexweşxaneyê tedawî dibû, peyama berdewamiya Nobeda Edaletê da. Şenyaşar îro ji nexweşxaneyê derket. Şenyaşar diyar kir ku ji ber nexweşiyê dê heta roja 6’ê cotmehê navber bide. Danişîna doza lawê wê Fadîl Şenyaşar dê di 6’ê cotmehê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. Emîne Şenyaşar a ji ber nexweşiyê navber da çalakiyê vegeriya navçeya Pirsûsê ya Rihayê.