6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

European Greens: Werin em di tûra yekem de biqedînin!

European Greens, êrîşên li dijî Partiya Çepên Kesk bi tundî şermezar kir û banga "Werin em vê hilbijartinê di tûra yekemîn de biqedînin" kir.

Partiya Keskan a Ewropayê (European Greens) ku di sala 2004’an de li Romayê hat avakirin û 36 partiyên hawirdorparêz ên 32 dewletên Ewropayê di nav de cih digirin, beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Partiya Çepên Keskan dan.

European Greens li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa li dijî Partiya Çepên Kesk a li Mêrsînê de nûçeyek parve kir û got, “Em êrîşên dawî yên li Tirkiyeyê yên li dijî mûxalefetê bi tundî şermezar dikin. Em piştgiriya xwe bi Patiya Çepên Kesk a ku bi nêzîkbûna roja hilbijartinê re rastî zextên tund û sistematik tê, tînin ziman.”

European Greens bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û peyama “Werin em di tûra yekemîn de biqedînin” da.

Lagodînsky jî êrîşên li dijî mûxalefetê şermezar kir

Parlamenterê Keskan/Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) li Parlamenta Ewropayê Sergey Lagodînsky jî êrîşên li dijî mûxalefetê şermezar kir.

“Tundiya ku roja Yekşemê rû da, tevî êrîşa hovane ya li dijî wesayîta Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê û êrîşa hovane ya li dijî Cîgirê Serokê Giştî yê Tifaqa Mîlletê Ekrem Îmamoglû ya li Erziromê, mînakên zelal ên li dijî demokrasiyê ne.”

Lagodinsky ji bo birîndaran şifaya lezgîn xwest û got “Gef li mafên hilbijartinê ya demokratîk bi van êrîşan tê xwarin” û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hilbijartinên bên yên li Tirkiyeyê ji bo welat, herêm û YE’yê xwedî girîngiyeke jiyanî ne û hilbijartinên adil wê bibe nîşana mayîn û sexlambûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê.”

Lagodînsky, kiryarên tundiyê û hemû hewldanên astengkirina hilbijartinan şermezar kir û got, “Ez bang li rayedaran dikim ku çi ji destê wan tê bikin da ku hem ewlekariya hilbijartinan û hem jî ji bo hemû reqîbên siyasî rêgezek wekhev pêk bînin.”