27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji TCŞ û TekoJIN’ê banga seferberiyê ya li dijî tecrîdê

TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga seferberiyê kirin.

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî tecrîda li Îmraliyê banga seferberiyê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:“Ji ber tecrîda li ser Rêber Apo, 26 meh in agahî ji Rêber Apo nayê stendin. Dewleta Tirk a qirker û hêzên emperyalîst ên ku jendirmetiya wê dikin, ji bo tasfiyekirina tevgera me û destkeftiyên gelê me ji holê rakin, di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û erdnîgariya wê bi komployê tasfiye û îmha bikin. Li hemberî vê polîtîkayê bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’hatin lidarxistin û gerîlayên azadiya Kurdistanê li her qadê komplo pûç kirine. Şefê faşîst Erdogan xwestiye hemû derfetên xwe seferber bike û dîktatoriya xwe bidomîne lê bi pêşengiya ciwanên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, gelê me pêşiya vî tiştî girtin. Hem gerîlayên azadiyê û hem jî Rêbertiya me bi paş ve gav neavêtin û berxwedaneke mezin hate destpêkirin. Li ser vê bingehê dewleta Tirk a qirker ji bo şikandina vê berxwedanê serî li polîtîkayên şerê taybet da û fikirî ku bi lîstikên qesrê dikare bi ser bikeve. Divê ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz li hemberî vê polîtîkaya şerê taybet haydar bin û li her qadê berxwedanê mezin bikin.

Îro yekane rêya serhildan, şikandina tecrîdê, tinekirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê berxwedana li qadan e. Helbet ev tecrîd ne tenê yekdestdariya dewleta dagirker e. Di pêvajoya ku em tê de ne, dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo bi temamî tinekirina Kurdan û tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê bi hevkariya hêzên emperyalîst dixwaze careke din êrîş bike. Dewleta Tirk a qirker ku di hemû hewldanên xwe yên berê de têk çû û li pêşberî tevgera me şikestineke mezin xwar, vê carê bi hemû hêza xwe êrîşên dagirkeriyê û tecrîda ku weke ‘hebûn û tunebûnê’ pênase dike, kûrtir dike. Ger ev êrîş di bin kontrola dagirker û hevkaran de bên kirin, divê li her cihê jî berxwedan were kirin.

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di serî de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya û Îngilîstanê li dijî êrîş û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk bênavber li qadan bin û li dora Rêbertiya me bibin xeleqeke ji agir.

Li hemberî me rastiya wisa ya dijmin heye ku ev dijmin tu heq û hiqûqê nas nake. Ev dijminê faşîst ê dagirker qetlîamên li ser gelê Kurd rewa dibîne, bi dagirkeriyê re dixwaze her derê dagir bike û ji xeynî qirkirinê tiştekî din nayê bîra wî. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo têkbirina dijminê mêtinger û ji bo parastina hebûna me, divê em serhildanan geş bikin. Ev roj hatiye ku em li dijî dagirkeran berxwedanê geş bikin. Wê tecrîd bişikê, ev rejîma dîktator wê biçe û wê gel bi pêşengiya gelan bi ser bikeve.”