5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûtîn di Roja Serketinê ya 9’ê Gulanê de peyamên girîng dan

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma leşkerî ku bi wesîleya Roja Serketinê 9’ê Gulanê ya li dijî Naziyan hatî kirin de axivî û got: “Hiyerarşî di noqteyek nû ya diyarker de ye. Li dijî welatê me şer hat îlankirin.”

Roja serketinê ya li dijî Almanyaya Naziyan, li Ewropayê 8’ê gulanê li Rûsyayê jî 9’ê Gulanê tê pîrozkirin.

Li Moskovayê merasîmek leşkerî hat lidarxistin ku bi hezaran leşker tevlî bûn. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku welatên rojavayî li dijî Rûsyayê şer îlan kirine û banga “serketinê” kir.

Pûtîn got: “Hiyerarşî di noqteyek cuda ya vegerê de ye. Li dijî welatê me şerek hatiye destpêkirin. Niha ti tişt qasî wezîfeya we ya leşkerî girîng nîn e. Ewlehiya welêt li ser milên we ye, pêşeroja dewlet û gelê me girêdayî we ye.”

Merasîm li Qada Sor hat kirin û alên Rûsiya û Sovyetê hatin hildan.

Di şerê ku 15 meh in li Ûkraynayê dewam dike de, artêşa Rûsyayê li gorî medyayên rojavayî ji ber windahiyên giran “lewaz bûye.”

Artêşa Rûsyayê bi mehane hewl dide ku bajarê Bahmûtê bigire ku barageha navenda şer a rojhilatê Ûkraynayê ye.

Îsal Ûkraynayê red kir ku 9’ê Gulanê roja serketinê pîroz bike. Rêveberiya Kîevê biryar da ku mîna welatên Ewropayê wê ji vir û şûn de roja serketinê di 8’ê Gulanê de pîroz bike.