6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cizîrê li warê Mem û Zînê mitînga biheybet

Partiya Çepên Kesk li navçeya Cizîrê mitînga hilbijartinê tevlêbûna bi hezaran kesan li dar xist.

Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê li ber xuşexuşa ava Çemê Dîcleyê li navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar dxist. Mitîng li Qada Newrozê hate lidarxistin û qad bi alên partiyê hatiye xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mitîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyeke zêde heye. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li mitîngê bûn û demeke dirêj li ber stranan govend gerand. Her kêliya ku dierbas bû girseya li qadê zêde bû. Bi piranî jin û ciwan tev li mitîngê bûn. Hin dayik bi baqên kulîlkan hatin qada mitîngê.

Pêşwazî bi coşeke mezin pêk hat

Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aşîtî û namzetên Şirnexê dema hatin qada mitîngê coş û peroşa xelkê zêdetir bû. Girse bi çepik û tîlîliyan pêşwaziya şandeyê kir.

Banga çûna ser sindoqan hat kirin

Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Metîn Bayik di destpêkê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ne hilbijartineke ji rêzê ye û got: “Gelê kurd wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Em ê di 14’ê Gulanê de dersa wan bidin wan. Divê gelê me hemû biçe ser sindoqan.”

Beriya mitîng dest pê bike, di ekrana sînevziyonê de der barê bikaranîna dengan xalên ku wê baldar bin hat nîşandan.

Pêşî endamê Komîteya Amedakar a Mitîngê Metîn Bayik dê axivî û paşê jî dê namzetên Partiya Çepên Kesk derketin ser dikê û xelk silav kirin. Piştre hunermend Bajar derkete ser dike û stran gotin. Paşê jî dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ser dikê xîtabî gel kir.