4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew kurê kerê ye, lê ew kurê kerê me ye!

Wezîrê karên hûr dûr, kûr û derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di civîna Neteweyên Yekbûyî de çavên xwe girt û devê xwe heta pişta guhên xwe vekir. Ji serokê dewleta Ukrayna Zelenskî re got: “Ew kurê ewêdiyê ye, lê ew kurê ewêdiya me ye.” Lavrov di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de bi dijûneke zayendî ewlehiya cîhanê bi vî rengî silav kir.

Wezîrê karûbarên giran ê Rûsyayê Lavrov di 23’yê îlona 2022’yan de polîtîkaya Amarîka û hevalbendên wê hûr û kûr nirxand û wiha pêde çû: “Amarîka û hevalbendên xwe bi hevkariya komên nevneteweyî yên mafên mirovan sûcên rejîma Kîevê ev 8 sal in vedişêrin. Tev jî hevalbendên hev ên sûc in. Ev kevintirîn prensîbeke Amarîkayê ye.”

Lavrov di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo serokê Ukrayna Zelenskî dijûn kir, devê xwe pîs kir û asta dîplomasiyê ya qada nevdewletî wekî Serokdewletê Amerîka Franklîn D. Roosvelt (FDR) lewitand û ev tişt got. “Helbet ew kurê dêlegurê ye, lê ew kurê dêlegura me ye”. Di kurdiya me de wiha tê gotin û xwendin “Helbet ew kurê kerê ye, lê ew kurê kerê me ye”.

Serokdewletê Amerîka Franklîn Roosvelt heman gotin ji Serokdewletê Nîkaragûayê Anastasîo Somoza Garcîa re gotibû. Dewletên Yekbûyî yên Aamerîkayê tevî ku Somoza wekî dîktatorekî stemkar û xedar bi nav dikir jî, dîsa rejîma Somoza ya Nîkaragûa ya wê demê ji bo xwe mîna kelehek ne komunist destek dikir û li ser text digirt. Serokdewletê Amerîka Franklîn D. Roosvelt, di sala 1939’an de ji bo Somoza dibêje “Ew kurê dêlegurê ye, lê ew kurê dêlegura me ye”.

Lavrov jî dema ev gotin got bêguman xwest şert û mercên wê demê yên Amerîka û Nîkaragûayê, rewşa Rûsya û Ukrayna ya niha bîne bîra dinyayê û bi devê xwe ev dem û ew dem berawirdî hev kir. Ji bo vê rewşa dîplomasiyê ya têra xwe bi hinge-hinga peyvê Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Kuleba jî bertek nîşanî gotinên Lavrov da û ji bo çêra “nelirê û nepêketî” Rûsya şermezar kir.

Axirê kuleba û kulejehr li tevan bikeve!

Bimirin devpîsên kapîtalist!

Bijîn devxweşên sosyalist!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê