6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez poşman im

Ez poşman im ji biratiya we. Lewra ne biratiya olî û ne jî biratiya mirovatiyê. Ez îro wek kurdekî bi salan li zindanan mam û îşkence li min hat kirin. Ez derketim derveyî welat. Li nava alema xirîstiyanan penaber im.

Ez kurdekî misilman im û ji medreseyan hatime. Sedema ku ez dibêjim misilman im çima? Ji ber ku hin kesan digotin ereb, ecem û tirk dewletên misilman in. Li vir mebesta min ne ku ji dîn gazinan dikim û rexne dikim. Gazin û rexneyên min ji dîndaran re ne. Yek kurdek jî neçû li Tehran, Bexda û Medîneyê îltica nekir. Me serî li penaberiyê nexist. Ger ku em biçûna Tehran û Bexdayê, wê em bi dar vekiribana. Wê bigotana ‘Van kesana li ber dewleta Elî Osman rabune.’

Lê em hatin welatên roj ava. Me bi piranî li ser navnîşanên dêr û kilîseyan serî li dadgehên wan dan. Baş e, hezar sal in ku dibêjin ‘Em xwişk û birayên hev ên bawermend in. Gelo kîjan bawerî? Di vir de ne ku em peznê rojavayiyan didin û dibêjin ji bo me kurdan pir demokrat in. Rastî jî ev e. Mala wan ava be ku bi dehan ol û neteweyan di nava xwe de diparêzin.

Her çiqas bi dilê me ne be jî ji me re negotine ‘Em xwişk û birayên hev ên bawermend in’. Me ji wan re leşkerî nekir, em di ber wan de neçûn şer. Ka em li dirokê binêrin. Kurd ji bo osmaniyan çend caran çûne seferê û ji bo wan çiqas bedel dane?

Qore, Îran, Rûs, Qibris, Çanakale û bi dehan seferên din. Bi navê dînê turaniyan me sefer kirine. Lê dîsa bi sedan caran fermana me kurdan rakirin. Gotin ‘Kurdên misilman, kurdên zerdeştî û elewî’ û em ji hev qetandin. Beriya Tevgera Azadiya Kurd ev amûr bi kar diananîn. Lê îro piştî rastî derket holê, êdî em kurd nabêjin; ‘Fermana Zerdeştiyan an jî elewiyan’. Ev fermana gelê kurd e. Em bi ola emewiyan kuştin. Niha bi ola DAIŞ’ê û bi çekên kîmyewî me tevî zarokên me qetil dikin.

Kîjan kurdan dikujin?

Îro kurdên ku dibêjin ‘Ez serbixwe me, xwedan ol û civaka xwe me’ di kujin. Ji ber vê yekê ez poşman im bi biratiya we. Hûn kesên ji Asya Navîn hatin û bûn bela serê me. Ez poşman im ku me bi salan li mizgeft û saziyên we îbadet kir. Wan çi got, me jî got amîn. Ez poşman im ji biratiya bi navê ‘Dîndariya senteza tirkan.’

Ez poşman im, ku berê me dan kirîb û cînarên me yên ermenî. Ez poşman im bi dinên osmaniyan berê me dan xweşk û birayên me yên kurdên zerdeştî, elawî û asuriyan. Xwînerên hêja, me şaş fam nekin. Mebesta min ne gelê tirk ereb û ecem e. Rexneyên min li dijî pergalê ye. Mînak cerdevan ‘kurd in’ Lè alîkariya sîstemê dikin.

Lê îro ez ji Xweda re pesindarim ku piştî rojderketina şoreşê (Tegera Azadiya Kurd) ol û baweriya me çi dibe bila bibe, ji kurdewariya me re nabe tu asteng. Em di binê sîwana neteweyê de hatine cem hev.

Êdî em nabêjin komkujiya elewiyan an jî komkujiya zerdeştiyan. Ev komkujiya kurdan e. Em ji ol û baweriyên hemû mirovan re rêzê digirin. Em vê rêzdariyê ji dijdarên xwe jî dixwazin. Lewra kurd xwedî ol û civak in. Netew in û bi rêxistin in. Ol, partî, fikir û ramanên me çi dibe bila bibe; em dikarin di bin sîwana neteweyî de bên cem hev. Em bawer dikin ku hemû gelên xwedî bawerî û ramanên cuda dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bên cem hev. Bi hêviya serkeftin û rojên azad.