17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faysal Sariyildiz bang hilbijêrên li Ewropayê kir

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çep a Kesk e diyar kir ku siberoja gelan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ye û bang li zêdeyî 3 mîlyon hilbijêrên li Ewropayê kir ku bi berpirsyarî rabin.

Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li gelek welatên Ewropayê xebatên xwe yên weke pirskirina hilbijêran, qeydên nû û qanihkirina hilbijêran didomîne. Dengdana li Ewropayê ku 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr lê hene û 4 hezar û 969 sindoq lê bên danîn, wê di 27’ê nîsanê de dest pê bike û di 9’ê gulanê de bi dawî bibe.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire têkildarî xebatên ku dikin ji nûçegihanê Mezopotamyayê Ergîn Çaglar re axivî.

Çavên her kesî li hilbijartinên Tirkiyeyê ye

Sariyildiz da zanîn ku krîzên aborî, civakî û siyasî yên ji ber polîtîkayên şer ên 7 salên dawî ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve tên meşandin rasterast bandor li hemû civakên li welêt kiriye û bi giştî hêviyek heye ku Erdogan di van hilbijartinan de têk biçe. Sariyildiz diyar kir ku hilbijartinên ku bên kirin ne tenê welatiyên Tirkiyeyê, hemû welatên Ewropayê jî eleqedar dike û ew hilbijartinên 14’ê Gulanê wekî hilbijartineke “normal” nabînin.

 Nêrîna Ewropa ya li hember Erdogan

Sariyildiz anî ziman ku dewletên Ewropayê jî girîngiyê didin hilbijartinên li Tirkiyeyê û hemû geşedanan bi baldarî dişopînin û got: “Li Ewropayê feraseteke azadîxwaz heye, lewma li ser vê bingehê nêzî geşedanên li Tirkiyeyê dibin. Bi taybetî helwesta Almanyayê siyaseta tevahiya Ewropayê diyar dike. Almanya naxwaze krîzên li Tirkiyeyê ji bin kontrola wan derkeve. Ji ber vê helwestê hemû Ewropa dixwaze Erdogan biçe, lê ew jî dizanin ku li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk nayê kirin. Lê belê ji ber hin sedeman hikûmeta Alman di demên dawî de daxuyaniyên cesaretê dide Erdogan.”

Sariyildiz da zanîn ku di salên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê gelek pêkhateyên şoreşger û demokratîk li dijî helwesta desthilatdar a AKP’ê derketine holê û ji bo her kesî girîng e ku ev pêkhate di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bên cem hev. Sariyildiz diyar kir ku ev nêzîkatiya stratejîk piştgirîyeke mezin girt û got: “Ev yekitî ji bo hilweşandina dîktator û tîma wî ya şer girîng hate dîtin.”

Banga çûna ser sindoqan li welatiyan kir

Sariyildiz diyar kir ku ji ber pêşbîniyên xwe yên li ser geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê nêzî 2 meh berê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û ji bo hilbijartinên 27’ê Nîsanê yên li Ewropayê dest pê bike bi sedan kes hatine qeyda xwe ya çavdêriyê çêkirine. Sariyildiz anî ziman ku CHP’ya ku di nava Tifaqa Millet de cih digire, li Ewropayê jî ji bo parastina sindoqan di nava hewldaneke zêde de ye.

Sariyildiz bal kişand ser wê yekê ku rêjeya beşdariya ji Ewropayê di her hilbijartinê de ji sedî 50 ye, lê belê armanca wan ew e ku di vê hilbijartinê de heta ji destê wan tê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bikin. Sariyildiz wiha got: “Em berdewam dikin ku agahiyên prensîb û armancên xwe di qutiya posta

her malbatê de bihêlin. Em bi berdewamî serdana navendên kurdan, komeleyên herêmî û rêxistinên baweriyan dikin. Bi vê hilbijartinê re yan em ê siberoja xwe diyar bikin an jî bikevin rewşeke ji rewşa heyî xerabtir. Me ev yek di pratîka Erdogan a salên dawî de zelaltir dît. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û biçin ser sindoqan.”