5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva rojnameyên erebî: Gefên Amerîkayê yên li dijî Esad

Rojnameyên erebî yên vê sibehê mijara helwesta DYA’yê ya ji bo hesabxwestina ji Beşar Esed û rewşa Yemen û Iraqê wekî mijarên sereke yên rojeva îro par vekirine

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: “Duh Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşeke tund li dijî desthilata serokê Sûriyeyê Beşar Esad pêk anî. DYA′yê dubare kir ku ew ê hewl bide Beşar Esad ji ber êrîşên kîmyewî yên ji 2011′an ve pêk anîne, hesab bide.

Nîşaneyên hesabxwestina ji Esed

Balyozxaneya DYA’yê ya li Şamê bi boneya salvegera êrîşa kîmyewî ya li dijî bajarê Xan Şêxon ê li gundewarên Idlibê di 2017′an de, bi twittekê got “Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di Çileyê de da zanîn ku rejîma Esad berpirsê êrîşa kîmyewî ya li Doma ya 2018′an e û di encamê de nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest da. Ne pêkan e kesên çekên kîmyewî bi kar anîne, ji ceza bifilitin. Her wiha nixumandina agahiyan bi destê Rûsyayê û rejîmê, nikare rastiyan û lêpirsîna pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî derew derxin. Em dizanin li Doma, Xan Şêxon û cihên din ên Sûriyeyê çi bûye û em ê hewl bidin ji berpirsan hrsab bixwazin.”

′Agirbesta ji bo Yemenê ′

Rojnameya El Ereb li ser rojeva Yemenê wiha nivîsand: “Çavkaniyên yemenî da zanîn ku komeke leşkerî ya hevbeş ji Erebistana Siûdî û Umanê dê serdana Senayê bikin, da ku bi fermandarên Hûsiyan re bicivin û nîqaşên dawîn ên li ser agirbestê bikin. Di bendên agirbestê de aliyên siyasî, ragihandin, leşkerî, têkiliyên aborî, diyaloga fireh li ser çareserkirina şerê li Yemenê hene.

Çavkaniyan diyar kir ku Riyadê di civîna wezîrê parastinê yê Siûdiyê mîr Xalid Bin Selman a li gel serok û endamên Meclisa Serokatiyê de, reşnivîsa lihevkirinê pêşkêşî Meclisa Serokatiyê kiriye. Aliyê Yemenê naveroka lihevkirinê erê kir, lê hîna metirsî û xwestekên xwe yên li ser pabendbûna Hûsiyan anîn ziman.”

′Li Iraqê nerazîbûna li dijî qanûna hilbijartinê′

Rojnameya Îtîhad El Îmaratî jî li ser rojeva Iraqê wiha nivîsî: “Parlamenterên serbixwe yên parlmentoya Iraqê hewl didin hêzeke zextê bi rêya pêşkêşkirina giliyan li Dadgeha Federal, ava bike, da ku ji nû ve qanûna hilbijartinên dûrî pergala ′Saint lego′ biguherîne.

Parlamentoya Iraqê di 26′ê meha borî de li ser guhartina sêyemîn a qanûna meclisên parêzgehan û Meclisa Nûneran deng da. Lê parlamenterên serbixwe yên pergala yek daîreyê li gorî Saint Lego bi tundî îtîraz kirin û destnîşan kirin ku ew yek derfetên partiyên biçûk û serbixwe qels dikin.

Parlamenter Mistefa Sened ragihand wî yekemîn îtîraza li ser qanûna Saint Lego pêşkêş kiriye.

Sened bi twittekê got tevî parlamenter Dr. Raid El Malikî wan yekemîn îtîraza li ser qanûna Saint Lego pêşkêşî Dadgeha Federal kiriye.”