spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê: Nûçeya hedefgirtina Mezlûm Abdî bi armanca şantajên siyasî ne

"Hemû nûçeyên ku idîa dikin Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermandarê Giştî li ser erka xwe ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nûçeyên têkildarî hedefgirtina Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî ya li bajarê Silêmaniyê derewand û got: “Ev nûçe bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî nûçeyên ku dibêjin Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye hedefgirtin daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: “Hemû nûçeyên ku idîa dikin Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermandarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Li gorî çavkaniyên cuda ên Herêma Federal a Kurdistanê di 7’ê nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek bi balafireke bê mirov pêk hatiye.  Her wiha tê îdiakirin ku armanca wê êrîşê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bû.