20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî dest pê kir

15’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê (FIFFS) ku ji aliyê Komeleya Bouregreg ve bi piştgiriya Meclisa Kolektîfa Bajarê Salê ya Mexribê tê li dar xistin dest pê kir. Festîval dê heta 1’ê cotmehê bidome. Gelek navdar û rexnegirên Mexribê û navneteweyî beşdarî merasîma vekirina festîvalê bûn.

Festîval dê di nava vîzyona ya ji tevahî sînemaya Afrîkayê vedibe de mazûvaniyê bike. Li gorî organîzatoran, fîlmên ku ji bo vê rûniştinê hatine hilbijartin dê girîngiya pêşkeftina berdewam û cihêreng a sînemaya Senegalê nîşan bide. Dê nirx û zindîtiya koçberiya ku di navbera Senegal û Fransayê de heye, derxe holê. Festîval, ji bilî sînemaya Senegalê, xwedî bernameyeke dewlemend ku tê de di du pêşbirkên sêwirî û belgefîlman de fîlmên dirêj bên nîşandan û kurtefîlmên jêhatiyê ên ciwanan ên bên nîşandan.

Beşên xelatan

Xelata Mezin a Festîvalê (Derhênerê Herî Baş), Xelata Juriyê (Derhêner), Xelata Xebata Yekemîn (Senaryo), Xelata Rola Jinan ya Herî Baş,  Xelata Belgefîlma Herî Baş (Derhêner), Xelata Temaşevanên Ciwanan ya ji bo Kurtefîlma Mexribê (Derhêner) û di beşên Xelata Temaşevanên Ciwan ya ji bo Fîlma Dirêj a Mexribê (Derhêner) û Xelata Another Lip ( Di Sînemayê de Karê Herî Wekhev) dê bê dayîn.

Jin hatin pîrozkirin

Di rûniştina festîvalê de, di çarcoveya atolyeya nivîskarî de Hasnaa Shehabî ya Mexribî bi romana xwe ya binavê “Gula Pirteqalê”, Aisha Amour bi romana xwe ya binavê “Di Reş û Spî de Jiyan” û mîmar Yasmîna El-Subaihî jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Rêya Xwedayên Baş Ya Li Mexribê ” hatin pîrozkirin.

Merasîma vekirinê bi nîşandana fîlma “welatê mêvan (Senegal)” ya derhêner Matti Diop ku di Festîvala Navneteweyî ya Cannesê de xelata Grand Prix û di Festîvala Kartacayê de jî xelata “Tanita Zêrîn” wergirt bi dawî bû.