28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yûsif: Haya Sûriyeyê ji fêlên dewleta tirk heye

Dema dewleta tirk dît ku nikare vê yekê pêk bîne vê carê serî li taktîkeke nû da, ew jî bi hikumeta Şamê re dixwaze vê planê pêk bîne.

Endama Komîteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re weke “planeke taktîk” a nû pênase kir, wiha got: ”

Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Mîllî (MÎT) Hakan Fîdan, piştî 11 salan li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kir. Di civînê de krîza Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan û têkoşîna hevkar a li ser axa Sûriyeyê hate axaftin.

Endama Komîteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên der barê vê civînê de bersivandine. Foza Yûsifê diyar kiriye ku sekna hikumeta Sûriyeyê ya li dijî vê lîstika qirêjî girîng e. Em bawer dikin ku Şam di ferqa vê lîstikê de ye û wê vê lîstikê pûç bike. Di dewama axaftina xwe de wiha gotiye, “Dewleta tirk xwest ku projeya demokratîk a rêveberiya xweser têk bibe û plana xwe ya qirkirinê bi cih bîne. Dema ku dît nikare vê yekê pêk bîne vê  carê serî li taktîkeke nû da, ew jî bi hikumeta Şamê re dixwaze vê planê pêk bîne. Ev planeke geleke xeter e, armanca wê derxistina şerê navxweyî ya di nava Sûriyeyê de ye. Hikumeta nijadperest a tirk dixwaze kurd û ereb hev bikujin ew jî ji vê yekê sûd wergire û temenê desthilata xwe dirêj bike. Ev lîstikeke qirêj e, lewma helwesta hikumeta Şamê gelek girîng e. Em bawer in Şam di ferqa vê yekê de ye, tecrubeya Şamê ya siyasî heye ku vê lîstikê pûç bike. Garantiya aramiya Sûrî û çareseriya mayinde bi diyaloga di navbera rêvebiriya xweser û Şamê ve girêdayî ye.”

Li ser pirsa çima piştî 11 salan ev hevdîtin pêk hat, Foza Yûsifê wiha bersiv daye, “ Wisa diyar e ku li ser Şamê zexteke mezin heye, hinekî jî weke zewaceke bizorê ye. Ji ber ku Sûriye baş dizane ku ev hikumeta heyî nabe dostê Esad. Erdogan di destpêka krîza Sûriyeyê de got, ‘ez ê li Mizgefta Emewiyê nimêjê bikim’. Ez bawer dikim Esad û sûriyeyiyên xwedan hişmendiya neteweyî ev yek ji bîr nekirine. Lewma ev lihevhatin weke ku hin kes texmîn dikin wê ne hêsan be. Ew dewleteke dagiker e lewma ez bawer nakim ku Şam bi hesanî rewşa heyî piştguh bike.”

Foza Yûsifê pirsa, kurd, çawa nêzî lihevkirina bi rejîm û Sûriyeyê re dibin û wê gavên çawa biavêjin, jî wiha bersivandiye, “Kurdan siyaseteke rast meşand her roj ev yek isbat dibe, hûn dibînin opozosiyona Sûriyeyê ku xwe spart dewleta tirk di çi rewşê de ye, her roj tê kirîn û firotin, me ji dest pêkê ve got pirsgirêka Sûriyeyê divê di nava sûriyeyiyan de bê çareserkirin. Me bi hêza xwe ya xweser ev projeya neteweya demokratîk pêş xist. Kurdan û piştre jî rêvebiriya xwerser her dem tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyeyê kirin û tu car ji vê prensîbê tawîz nedan. Kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî dagirkeriya dewleta tirk in, lihevatineke aramiya Sûriyeyê têk bibe, dijbertiya rêvebiriya xweser bike, fitne û fesadiye di nava pêkhateyên Sûriyeyê de çêbike, rê li pêşiya şerekî navxweyî veke bi tu awayî napejirîne, her wiha li dijî hemû tifaqên bêpirensîb wê tebikoşin û li ber xwe bidin.”