30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşî

Di van heyaman de hin sekin û helwestên  ecêb derdikevine holê ku ji ser ve hêvî lê di bin de xencera xapandin û xwexapandinê tê de veşartî ye. Heke em bi çend mînakan wan bidin der divê em ji CHP’ê û muxalefeta wê dest pê bikin. Paşê li ser wan kes û şexsiyetên ku bi wê hêviyê germ dibin, bikin. Em ê paşê behsa wan kes û cureyên ku dixwazin xwe li ber pêlên gefên hikûmetê, weke bêxet û bêalî bidin nîşandan û di wêneyê  çalakî, yan jî ahengên li ser navên çand û wêjeya kurdî têne kirin de xwe beloq û geş didin xuyakirin, bikin..

Di vê kêliyêde hewce nîne em behsa partiya Akşener bikin. Ji xwe rewş û helwesta wê kifş e. Di hemû daxuyanî û peyamên xwe de dibêje cihê kurd lê bin em tunene û cihê nûner û temsîliyeta kurdan hebe em li wir nînin. Di hêla nijadperestiyê de ji MHP kêmtir nîne û zêdetir e. Hemû polîtîkayên xwe jî li gorî wê dimeşîne.

Bes rewşa CHP cuda ye. K. KilIçdaroglû di gelek gotinên xwe de dibêje ji bo çareseriya pisgirêka kurd hêvî ez im û ez ê di demeke kin de çareser bikim. Bes qet behsa şêwaz û rêbazên çareseriyê nake. Qet hewce nabîne qala wan bike ka gelo dê bi çi şeklî çareser bike. Ji ber hindê tê zanîn ku tu planên wî ji bo çareseriya pisgirêka kurd tunene. Heke niyeteka wî hebûya dê di civîna xwe ya vizyona 2023’yan de behsa wê kiriba. Heke mesela kurdan di xema wî de ba dê weke gotinên der heqê Erdoğande bi cesaret dibêje, dê du kelîmeyên bicesaret der heqê pisgirêka kurdan de bigota. Lê nabêje ji bo ku di hiş û mejiyê wî de ji bo kurda tu tişt nîn e.  Wisa  xûya ye polîtîkayên  ji bo kurdan tenê ji tunekirinê pêk tên, dê ew jî xwedî lê derkeve. Ji ber wê yekê divê bê zanîn ku tiştên ew dibêje tenê bi armanca qezenckirina hilbijartinê ne. Ji xwe wî di mîtînga xwe ya li bajarê Wanê pêkanî de got, heke hûn bi xwazin ji Erdogan xilas bibin hûn mecbûr in bidin min û min destek bikin. Ango ji bo ku kurdan bixapîne zilma Erdogan weke şantajekê bi kar tîne. Di hemû fihl û selaxetên wî de tê xûyakirin dê ew jî li hemberî pisgirêka kurd ku pisgirêkeke sereke ye û li benda çareseriyê ye dê polotîkayên real bimeşîne.

Birêz Ahmed Turk ku tecrûbeyeke mezine di nava siyaseta kurdan de di daxûyaneke xwe de gotibû, çû vê zilmê dest biguhire, tu wateya guherandina hikûmet û çûna Erdogan ji bo kurdan nîne. Rast gotiye. Bêguman, destekdayîna muxalefetê ya ji bo operasyona Başûr û Rojava, muxatab negirtina partiyên kurdan û bêtehemuliya li hember zimanê kurdî, dide nîşandan ku dê behsa çareseriya kurdan heta hilbijartinê be. Piştî hilbijartinê dê çovê  tunekirinê dewr bigirin û polîtîkayên dewletê yên real bimeşînin. Di sekin û helwesta muxalefetê de ev kifş bûye.

Lê li hemberî vê rewşê hinek kesên ku weke rêberên eşîran, an jî xwe weke nivîskar, rewşenbîr û ronakbir dibînin, vê rewşê nabînin û her weke Kemal Kiliçdaroglû ser bikeve dê her tişt sererast be û tu pisgirêk ji bo kurdan namîne wisa tevdigerin. Korbûn îleteke dijwar e û heke ronak û rewşenbîr bi wê îletê bikevin dibine sedemên gelek nexweşiyên civakî. Divê gelê kurd li hember vê îlet  û nexweşiyê xwe biparêzin. Divê siyaseta kurd jî li hember vê îletê hişyar be û xwedî helwest be.

A din, dîsa hinek kesên ku xwe rewşenbîr, ronak û hiqûqnas dibînin, weke bêalî û bêxet xwe didin nasîn derketine holê ku di rastiya xwe de li hember gef û tehdîdên hikûmetê tirsiyane û di hemû aheng mîhrîcan û çalekiyên ku bi armanca bişaftinê li bajarên kurdan têne meşandin de derdikevin holê. Mînak, berî hilbijartinê hikûmetê hinek polîtîka dimeşîne û bajarên ku wêrankirin de zilma xwe bi kurdan bide jibîrkirin û hiş û bîra kurdan vala bike li ser navê mihrîcanên çand, huner û wêjeyê dide kirin. Wan mîhrîcanan weke xizmeta ji bo ziman û çanda kurdî dide nîşandan. Bi hinek kesên ku dibêjin em rewşenbîr, ronak, profesorên ziman û xwedî weşaxaneyên kurd in mihrîcanên xwe dixemilîne û dixwaze kurdan pê bixapîne. Li aliyekî ew û li aliyên dîn ên weke Îsmailê Tivorî weke temsîliyeta çand û wêjeya kurdî didin nîşandan.

A herî balkêş ew e ku ew mîhrîcan bi destê Wezareta Çandê û qayûmê talanker ku li gelek cihan peykerên wêjekarên kurd û hunermendên kurd şikandine û park û cihên bi navên hunermend, wêjekar û zimanzanên kurd ên bingehîn lê bûn guherandine. Trajediya herî mezin ew e ku li ser wêranî û qedexekirina ziman û çanda kurd, li ser wêrankirina peyker û cihên ku navê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî hatine rakirin derdikevin ser dikê û bi tirkî diaxivin .

Behsa giringiya ziman û wêjevanên kurd dikin û helbestên wan dixwînin. Nedîtina vê rewşê, korbûna xencereke tarî ye li ser ruhê Melayê Cizîrî ye. Divê bê zanîn ku di nezera gel de asta wan rewşenbîr û Îsmaîl Tivorî eynî ye. Sekna wan tenê ji aaaa û oooyê pêk tê. Bila hezke navê wan zimanzan, rewşenbîr an jî ronak û hunermend bin. Bila sed caran navê profesoran li xwe bikin. Ew perçeyek ji polîtîkayên pişaftinê ne û îxaneteke li hemberî nîrxên kurdan e. Ew îlet û nexweşiyeke ku li hemberî me disekinin. Divê dermanek ji bo wan bê çêkirin an jî kurd xwe li hemberî vê îletê biparêzin.