13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di operasyona ‘Birûska Cizîrê’ de 32 endamên DAIŞ’ê hatin girtin

HSD'ê diyar kir ku operasyona "Birûska Cizîrê" di roja 3'yemîn de berdewam dike û li gundewarên Til Hemîsê 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin

Operasyona “Birûska Cizîrê” ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî endamên DAIŞ’ê da destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. HSD’ê ragihand ku di operasyonê de li gundewarên Til Hemîsê 32 endamên DAIŞ’ê hatine girtin. HSD’ê diyar kir ku li navçeya Til Birakê jî operasyonê dest pê kir.

Doh li Reqayê 9 çete hatibûn girtin

Doh jî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê Fermandar Ciwan Mihemed ve hat xwendin.

Mihemed diyar kir ku hêzên wan bi baldariyeke mezin û berxwedaneke lehengane ji bo parastina gel û ewlehiya herêmê nîşan dane û got: “Li hemberî hemû kesên ku hewl dan tevliheviyê derxînin û jiyana welatiyan têxin metirsiyê, şaneyên veşartî yên DAÎŞʹê sûdê ji gef û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker digirin û ji bo zêdekirina çalakiyên xwe tev digerin. Mihemed da xuyakirin ku di operasyona lêgerînê de 9 endamên DAÎŞ’ê hatine zevtkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê