7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên dagirkeriyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ev demeke bi gefên şefê rejîma faşîst Erdogan re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayên cuda êrîşên artêşa tirk zêdebûn. Bi van êrîşan re dewleta tirk çeteyên ku ji deverên cuda berhev kirine li nêzî heremên Minbic û Til Firatê bi cih dike. Dewleta tirk a dagirker li aliyekî êrîşên xwe yên li ser herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde dike. Gel van êrîşan ji bo tevgereke dagirkeriya li ser heremê jî di nav têkiliyên qirêj de ye. Şefê rejîma tirk Erdogan di her firsetê de ji bo vê êrîşê di qada navnetewî de di nava lêgerîna piştgiriyê de ye.

Erdoganê ku ev rojev di Civîna NATO’yê ya li Madrîdê jî kir mijara bazariyê niha hewl dide biçe Îranê. Hevdîtina ku wê 19’ê tîrmehê pêk bê bi wate ye û bi zanebûn ev roj hatiye hilbijartin. Divê bê zanîn ku dewleta tirk di destnîşankirina dîrokê de wisa ji rêzê nafikire. Lewma ji bo hevdîtinê hilbijartina roja 19’ê tîrmehê ku di heman demê de roja salvegera şoreşa Rojava ye ne tesaduf û ji rêze ye. Bi hilbijartina vê rojê re dagirkerên Kurdistanê dixwazin peyamên nû bidin kurdan. Ji ber vê yekê hevdîtina ku wê li Tahranê pêk bê girîng e.

Li dijî van gef û êrîşên dewleta tirk di qada navneteweyî de heta niha bertekek wisa cîdî deneketiye holê. Her çendî hin nêrîn hebin jî divê pêkhateyên herêmê pişta xwe bi van gotinan germ û nerm nekin û bawer nekin. Di cîhana rojavayî de dost û mutefîk nînin, berjewendî hene. Lewma hemû welatên xwe wek li Rojavayê Kurdistanê wek dost didin nîşandan dema berjewendiyên xwe li dijî dagirkeriya herêmê de bibînin wê piştevaniya dewleta tirk bikin. Me di êrîşên li ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de ev bi awayekî zalal dît.

Ez di wê baweriyê deme ku pêkhateyên herêmê bi sazî û rêxistinên xwe ve jî di ferqa vê rastiyê de ne. Bi rastî ger welatên rojavayî li herêmê aramiyê dixwazin û nabin parçeyekî van êrîşan divê statuya Rêvebiriya Xweser nas bikin. Tevî ku zêdetirî deh sal li ser Şoreşa Rojava derbasbûye û li vê qadê pêkhateyên herêmê bi awayekî aram di nava hev de dijîn jî îradeya vî gelê di qada navneteweyî de nayê naskirin.

Bi awayekî fermî nenaskirina Rêvbiriya Xweser û statuya herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dihêle ku dewleta tirk wisa bi hêsanî êrîş bike. Dewletên rojavayî bi van êrîşên dewleta tirk armanc dikin ku Kurdanê bikişînin xeta xwe. Yanî mirinê nîşan didin û dixwazin bi tayê razî bikin. Ev hewldanên derveyî nirxên civakî her çendî ji aliyê hin aliyan ve were rexnekirin û şermezarkirin jî di xetên giştî de wek siyasetek li ser îradeya gelên herêmê tê ferzkirin.

Diyar e ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê van gefên dewleta Tirk a dagirker û lîstikên di qada navneteweyî de tên lîstin baş xwendiye. Lewma çend roja berê di civîneke xwe de li dijî van hewldanên dagirkeriyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte ragihand.

Rêveberiyê êrîşên domdar ên dagirkeriya tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî van êrîşan xwedî li nirxên şoreşê derkevin. Rêveberiyê diyar kir ku ji bo gel ji van êrîşan bê parastin divê hemû derfetên heyî bên bi karanîn. Li gel vê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî van êrîşan bisekinin.

Ev banga Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina nirxên şoreşê xwedî girîngiyeke mezin e. Lê divê bê zanîn ku parastina şoreşê ne erka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî tenê ye, erka hemû gelê kurd û aliyên demokrat in. Erka hemû kesên ku alîgirên azadî û aştiyê ye. Ji ber vê yekê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk derketin xwedî girîngiyeke mezin e. Bêyî ku dereng bibe divê li dijî van êrîşan dengê azadî û aştiyê bê bilindkirin.