19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Srî Lankayê ji welatê xwe reviya

Krîza siyasî ya li Srî Lankayê berdewam dike û Serokkomarê welat Gotabaya Rajapaksa ji welat reviya. Di 9’ê tîrmehê de xwepêşandêrên Srî Lankayê ketibûn avahiya Serokwezîriyê û agir berdabûn avahiya Serokweziriyê. Her wiha xwepêşanderan bendên li derdora  ofîsa fermî ya Serokomariyê jî şikandinbûn û ketibûn nav qesr û ofîsê Rajapaksa.

Li gorî nûçeyeke ku BBC derbas kiriye,  Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa (73) ji welatê xwe reviyaye û bi balefirê çîye paytexta Maldîvê Maleyê. Serokomar Rajapaksa hevjîna xwe û pasevanekî xwe jî bi xwe revandiye Maldîvê.

Desthilata Rajapaksa bi dawî bû

Bi çûyîna Rajapaksa desthilata wî û malbata wî ya bi dehan salan bidawî hat. Tê gotin ku wezîrê berê yê darayî û birayê Rajapaksa Basil Rajapaksa jî welat terikandiye. Bi hezaran xwepêşandêr li bendê bûn ku Serokkomar Rajapaksa îstifakirina xwe ragihîne.

Gelê Sri Lankayê rêveberiya Rajapaksa bi sedema xirabtirîn kirîza aborî ya li Srî Lankayê sûcdar dike. Li welat rojane ceyran qut dibe, kelûpelên sereke yên jiyanê peyda nabin.

Gel Wickremesinghe jî naxwaze

Li gorî Destûra Bingehîn a Srî Lankayê, divê Serokwezîr Ranil Wickremesinghe li şûna Rajapaksa peywira serokkomariyê bi cih bîne. Lê di van demên dawî de bi tundî rexne li Wickremesinghe tên kirin û xwepêşandêr bang dikin ku ew jî dest ji kar berde.

Li aliyê din piştî reva Rajapaksa li Srî Lankayê Rewşa Awarte hat îlankirin.