8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD û koalîsyona navneteweyî derbên mezin li DAIŞ’ê xistin

Tirkiye gef û êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û plan dike ku êrişeke nû ya dagirkirinê li dijî herên cuda yên herêmê bide destpêkirin. Ji bo vê yekê Tirkiye bi komên xwe yên paramîlîter ên herêmê dest bi amadekariyên şer kiriye. Her wiha van amadekariyên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî li herêmê zêde bûye.

Şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê Kampa Holê jî di nav de li herêmê tevliheviyê derdixin. Ji bo ku dest bi êrîşên xwe yên hovane yên li dijî gelê herêmê bike DAIŞ li benda êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiye plana wê dikeye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi pêşengiya Amerîkayê Koalîsyona Navneteweyî li dijî vê liv û tevgera DAIŞ’ê ketin tevgerê.

Amerîka Mahir El-Eqal kuşt

Amerîka, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin kontgrola Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye li dijî serçeteyê DAIŞ’ê Mahir El-Eqal bi droneyan êrişeke hewayî pêk anî. Li gorî daxuyaniya ku Pentagonê derbarê êrişê de da Mahîr El-Eqal ku bisiqlêtê diajot di êrişê de hatiye kuştin û parêzvanê wî yê peyabilind jî bi giranî birîndar bûye.

Birayê wî jî hatiye kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî derbarê Mahîr El-Eqal ê DAIŞ’î de agahî da ku li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bûye û di sala 2020’an bi alîkariya Ceyş El-Şerqiye derbasî Efrînê bûye. Dîsa li gorî SOHR’ê Mahîr El-Eqal roleke sereke di dagirkirina Reqayê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve leyistiye û birayê Fayiz El-Eqal ê DAIŞ’î ku mîrê Komîteya Rêveberiya Wîlayetan bûye û di hezîrana 2020’an de bi operasyoneke bi heman rengî ya Amerîkayê de li Babê hatiye kuştin.

Ji ber ku herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin ji DAIŞ’iyan re bûne stargeh, beriya niha li nêzî nuqteyên leşkerên Tirkiyeyê lîderên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qerşî jî hatibûn kuştin.

HSD’ê 12 DAIŞ’î girtin

Li aliyê din Navenda Ragihandina HSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya têkbirina şaneyên DAIŞ’ê kirine.HSD’ê, da zanîn ku di çarçoveya pengava dane destpêkirin de li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê operasyon pêk anîne û di operasyonê de 12 terorîstên DAIŞ’ê girtine û gelek cebilxane, çek û amûrên leşkerî jî bi DAIŞ’iyan re desteser kirine.

HSD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku DAIŞ’î ji gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê sûdê digirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê