26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bi êrîşên dijwar têk naçe

Halîl Kanak

Hemû şerên li ser rûyê erdê diqewime sûcên mirovahiyê ye. Tu mafdar bî an jî ne mafdar bî, ev ne girîng e. Di encamê de li dijî mirovahiyê sûc pêk tê. Lê di heman demê de her şerek exlaqekî xwe heye. Mînak, di exlaqê şer de tu nikarî malên gel hilweşînî, tu nikarî komkujiya li ser ajelan pêk bînî. Yan jî tu nikarî jinan qetil bikî, zarokekî bêziman ê wekî Mîhraç bi awayekî hovane bikujî. Lê hezar mixabin komara ku em lê dijîn para xwe ji exlaq, hiqûq û mirovahiyê negirtî ye.

Ev komar bi dehan sal in li dijî nasnameya kurd şerekî bêpîvan û bêsînor dimeşîne. Em baş dizanin ku bûyera di şexsê Mîhraç de ku li Hezexê pêk hat rasthatinek nîne. Gava em li dîrokê dinêrin rastî zelaltir dibe. Zarokên wek Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û Nîhat Kazan jî di bîra me hemûyan de ne.

Li gor ragihandina saziya mafê mirovan di navbera salên 1988-2013’yan de tenê 569 zarok hatin kuştin. Tiştekî balkêş e ku piraniyê kujerê wan zarokan nehatin darizandin jî. Ma gelo ev rasthatinî ye. Bêguman na! Li gor vê hişmendiyê zarok, jin, ciwan, pîr ne girîng e. Heger tu kurd bî cihê te goristan e.

Divê bi taybet hin tiştan em ji bîr nekin. Mînak, bûyera Haci Lokman Bîrlîk. Ev bûyer, bûyerek ji rêzê nîne. Qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk peyameke girîng bû ji bo gelê kurd. Dibêjin ku heger ciwanekî kurd serî hilde wê encama wî wisa bibe. Yan jî tu jinek berxwedêr bî encama te wê bibe mîna Ekîn Wan. Heger tu dengê xwe derxî li Roboskîyê laşên we ew ê parçe parçe bibin. Tevahî rê û rêbazên li dijî mirovahiyê bi kar anîn. Bi rêbazên dagirkeran bi tank û topan bajarên me hilweşandin. 20 sal berê gundên me dişewitandin, îro jî bajarên me xera dikin. Bala xwe bidin daristanên li Kurdistanê dişewitînin. Dijbertiya vê komarê tenê ne li hember kesayeta kurd e, xweza û erdnîgariya me jî ji bo wan ‘xetere ye’.