26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel daxwaza mafê xwe kir

Di nav rewşa aloz, şer û pevçûnan de di sala 2013’an de pergalek li Rojava hat pêşxistin. Ev tişt ji bo gelên Sûriyeyê bû hêviyek. Li gor vê pergalê divê civak li ser esasên azadî û wekheviyê xwe bi rê ve bibe. Têkildarî mijarê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, asta pêşveçûn, destkeftiyên pergala Rêveberiya Xweser û rengê wê nirxandin.

Yûsif, diyar kir ku rewşa Sûriyeyê bi giştî û guhertinên ku di Rojhilata Navîn de çêdibûn, diyar dikirin ku pêwîstiya civakê bi şoreşa gel hebû û wiha dom kir: “Şoreşa gel dema dest pê kir, Sûriye jî yek ji wan welatan bû ku alozî tê de hebû. Gelan êdî pergala heyî û zihniyeta ku li ser wan dihat meşandin, qebûl nedikirin. ”

Yusîf destnîşan kir ku di pergala welatên cîhanê de, rengê mêr tenê li pêş e û wiha dom kir: “Me ev şêwaz guherand. Helbet zehmetiyên wê jî hebûn, ji ber di tecrûbeyên wisa de, deriyek ji jinê re nehatibû vekirin, ne di aliyê leşkerî de û ne jî di aliyê rêveberiyê de. Di xebatên demokratîkbûnê de, me civakeke demokratîk ava kir. Me ne tenê bi teorî, me ev pratîze kir.”

Yusîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hişmendiyên desthilatdar ên ku li ser vîn û xwîna gelan li hev kom dibin, tu projeyên wan ên çareseriyê tune ne. Kesên ku mirovan qir dikin, banga çareseriyê ji bo welatan dikin û di welatê wan de mirov bi tunekirinê re rû bi rû mane.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê